Navenda Revenda Kurdistanî yekem konfransa xwe lidarxist

Navenda Revenda Kurdistanî yekem konfransa xwe lidarxist

Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Düsseldorf dest bi yekem Konfransa xwe kiribû, komîteya amadekar ji her yek ji berpirsê  navenda revenda Kurdistanî li bajarê Düsseldorfê (Ebdulla Cindî) berpirsê ragihandinê ya navenda revenda Kurdistanî nivîskar (Rêber Hebûn), û rêvebira çalakiyên navenda revendê çalakvana Kurd (Sulaf Edîb) û Rêvebirê Tora Ciyostratîcîk û berpirsê peywendiyên navenda revenda kurdistanî (Ibrahîm Mustefa Gaban) pêkhatibûn.

Koferans bi kêliyek bêdeng li ser giyanên şehîdên Kurdistanê destpê bû pişt re berpirsê navenda revenda Kurdistanî birêz Ebdulla Cindî dest bi axaftina xwe kir têde  qala  hevgirtina civaka Kurd û xebata revendên Kurdistanî li derveyî welêt kiribû û hin mijarên girêdayî bi xebata navendê li Düsseldorfê

Herwiha berpirsê ragihandinê  a navenda revenda Kurdistanî birêz Rêber Hebûn raportek pêşkêşkiribû rehnî da li ser çalakiyên navenda revenda Kurdistanî ji destpêka Adara vê salê 2025 ta roja lidarxistina vê Konferansê , têde bi hurgulî behsa kelem û zehmetiyan kiribû û piştrastkir li ser pêdiviya beşdarbûna xortan di revendê de

Ji aliyê xwe ve berpirsê peywendiyan a navenda revenda Kurdistanî birêz Ibrahîm Gaban axaftinek kir têde li ser gelek xalan rawestiya yek ji wan xalên girîng ku ev revend hemî sînor di navbera civaka kurdî derbas kir taku bibû cihê hemî kurdên li derve .

Berpirsa çalakiyan ya navenda revenda Kurdistanî birêz Sulaf Edîb jî pirsên kesên beşdar wergirtibû herwiha nerîn û têbiniyên wana jî û konferans bi awayekî bi rêk û pêk hatibû birêvebirin

Kesên amadebûyî hestên xwe yên dilgerm diyarkiribûn û ligel hevdû gelek dîmen girtibûn bi hêviya berdewamiya van xebatên pîroz ji bo çanda Kurdî û civaka kurd li diyaspora.

XELAT