Şahiya Zarokan a Gundan li Pasûrê destpê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku zarokên li gundewaran bi çand û hunerê re bide nasîn, 'Şahiya Zarokan a Gundan' a 20 rojan dabû destpêkirin û ya yekemîn li gundê Kemika yê navçeya Pasûrê pêk hat.
Şahî ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî bi hevkariya Şaredariya Pasûrê ve hat organîzekirin. Bi sedan zarok bi malbatên xwe re beşdarî çalakiyê bûn. Di bernameya ku dîmenên rengîn derketin holê de, zarokan bi serbestî wêne xêz kirin, di atolyeyên muzîkê de xebatên rîtmê kirin û bi amadebûna mamosteyan derketin ser dikê û konserek koroyê pêşkêş kirin.
Şanoya bi navê “Heqîqet” ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Arsen Poladov a girêdayî Navenda Çanda Bahar a Batmanê ve hat lîstin, ji aliyê temaşevanan ve gelek hate ecibandin.
Zarok û malbatên wan diyar kirin ku cara yekemîn e li gundên wan şahiyeke bi vî rengî tê lidarxistin û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Pasûrê kirin.


Xelat/ malpera Şaredariya Amedê
