Şandeyeke berpirsên Rojava serdana mezarê Mam Celal kirin

Şandeyeke berpirsên Rojava serdana mezarê Mam Celal kirin

Şandeyek ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê roja 26/8/2025 li bajarê Silêmaniyê serdana mezarê rewanşad Serok Mam Celal kirin û dilsozî û wefadariya xwe dan nîşandan.

Li ser mezarê Mam Celal rêzdar Salih Muslim axivî û got ku; Mam Celal tovê demokrasiyê li Rojhilata Navîn çand û Kurdistan ji her demê zêdetir pêwîstî bi Mam Celal heye.

Piştî wê heman şandê serdana Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî jî kirin û piştevanî û piştgîriya Rojavayê Kurdistanê jê re dubare kirin.

Ji aliyê xwe ve jî Bafil Celal Talebanî tekez kir ku, divê mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeya nû de were misoger kirin.

XELAT