Keçeke Kurd dibe nûnera rêxistineke Efrîkî

Keçeke Kurd dibe nûnera rêxistineke Efrîkî

Keça kurd Dunya Gefar dibe nûnera rêxistineke Efrîkî li Herêma Kurdistanê.

Dunya Ghefar xwendekareke zanîngehê ye û xwediya Rêxistina Geşepêdana Mirovane û li Hewlêrê dijî.

Di vê derbarê de Dunya Gefar ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Ez xwediya rêxistineke geşepêdana mirovan im û xwendekareke zanîngehê me, ez beşdarî gelek konferans û rahênan û perwerdeyên di warê dîplomasî û navneteweyî de bûme, konferansa dawî ku min beşdar tê de kiribû konferansa Tunisê bû li Efrîkayê.

Dunya got jî: Li Tunisê, me bi çend rêxistinên din re têkilî danîn. Bi rêya nûnerê Tunisê, ez agahdar bûm ku rêxistineke Efrîkî ya bi navê Lîga Dîplomatîk a Efrîkayê (African diplomatic league) dixwaze nûnerek li Kurdistanê hebe. Ji ber vê yekê wan ez wekî nûnerê xwe li Kurdistanê hilbijartim.

Dunya Gefar aşkira jî kir ku, di pêşerojê de, ewê gelek çalakî li welatên cûda bikin û perwerde û dewreyên ji bo kesên ku dikevin wî biwarî de hatine amadekirin.

Gefar da zanîn û got: Armanca me ew e ku em hevdengiya gerdûnî xurt bikin û diyaloga avaker di navbera civakan de pêş bixin.

XELAT/ Kurdistanî Nwê