Encumena Penaberan rêzgirtin li berpirsê stûna medyaya nû kir

Encumena Penaberan rêzgirtin li berpirsê stûna medyaya nû kir

Îro çarşemê 17/9/2025, Encumena penaberên Rojavayê Kurdistanê li jora kovara Xelatê pêşwazî li berpirsê stûna medyaya nû rêzdar Burhan Hacî Elî û berpirsê PUKMEDIA rêzdar Ariyan Mihemed kirin.

Encumena penaberan ji ber piştevanî û piştgîriya stûna medyaya nû her weha aliyên din yên borda mekteba ragihandinê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê re, bi vê boneya şanda Encumena Penaberan a Rojava- Sûriyê bi serokatiya serokê Encumenê Hozan Efrînî û bi amadebûna berpirsa nûnerên encumenê mamosta Roşîn Serêkanî û berdevkê encumenê Dawûd Çîçek pîrozbahî li Burhan Hacî Elî kirin û rêz û pêzanîna encumenê pêşkêşî wî kirin.

XELAT