Encumena Penaberan Rêzê li Tîma Futbolê ya Kurdaxê Digre

Encumena Penaberan Rêzê li Tîma Futbolê ya Kurdaxê Digre

Encumena Penaberan a Kurdên Rojava-Sûriye, bi hevkarî ligel rêxistina Hawar a Civaka Sivîl, bi merasîmekê rêzgirtinek li tîma Kurdaxê ya Futbolê girt, ew yek jî piştî serkeftina wê li hemberî tîma Hîlal ya parêzgeha Diyale di çarçoveya şampiyona (Miştenûr) li bajarê Silêmaniyê.

Merasîm bi amadebûna Serokê Encumena Penaberan a Kurdên Rojava-Sûriye mamosta (Hozan Efrînî) , Cîgirê Serokê Rêxistina Hawarê ji bo Civaka Sivîl mamosta (Dawud Çîçek), nûnerê Encûmena Penaberan li navçeya Xelîfe Awa û Awbara û devera Pîşesazî (Kak Ridwan) her weha hêjmarek ji birayên penaberên Rojava birêveçû.

Tîma El- Hîlal di warê perwerdeya akademîk û piştgiriya aborî de ji tîma Kurdaxê bilindtir tê dîtin, lewma serkeftina tîma Kurdaxê bûyereke dîrokî ye.

Ji ber vê yekê rêzdar (Hozan Efrînî) bi navê Encûmenê û bi navê hemû penaberên Kurd li Rojavayê Kurdistanê spasiya tîmê kir, xebatên wan bilind nirxand, serkeftina wan pîroz kir û (Mertala Hawarê) wek nîşana spasî û pêzanînê pêşkêşî Tîma Kurdaxê kir û radestî birêz (Rêzan Gemrûk) ku kaptinê tîma Kurdaxê ye hat kirin.

Encûmenê amadebûna xwe ji bo piştevanîkirina wan û rawestana li kêleka wan nîşan da, ji ber ku ew bûne pêşengên paşeroja ciwanên kurdên rojava li Silêmaniyê û roleke giring di pêşxistina şiyanên ciwanên penaber de heye.

Ji aliyê xwe ve rêzdar (Rêzan Gemrûk) serperştiyarê tîmê spasiya pêşwaziya germ a encûmenê û amadebûyan kir û kûpa serketinê pêşkêşî encumenê û hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û amadehiya tîmê ji bo berdewamkirina xebat û çalakiyên xwe nîşan da û daxwaz ji gelê kurd ê Rojava kir ku piştgirîya manewî bidin wan ji ber ku ev yek ji bo wan hanedaneke ji bo bidestxistina serkeftinên zêdetire.

XELAT