Kurteya Pîşesaziya Sabûnê
Nivîskar: Mihemed Şerîf Cilînî

Sabûn yek ji paqijkerên herî kevin e, ku di paqijiyê de tê bikar anîn, û çêkirina wê bi ezmûnê ve berî zanistê ve girêdayî ye, û carinan pijkerê sabûnê jêhatîtire ji kîmyagerekî.
Sabûn, bi kurtahî, xwiya pêktê ji pêvedana pirtikek kanê (me’eden) û komika karboksîlîk (COO) a zincîra alkîl (alkyl =
R = CH3-CH2-CH2----COO-) bi dirêjaya C10-C20 pirtikên (atomên) rejû an xiluzê (Karbon) ve girêdayî ye.
Sabûn bi gelemperî tê çêkirin, bi pêk kirina karlêkirina hevsengiya, gerdîla (Molekula bi Inglîzî molecul) tirşiya donî (R-CH2-COOH) an gilîserîda (glyceride) donî, ya avahiya wê bi hûrbînî
[CH2(COO-R)- CH(COO-R) - (COO-R) CH2] an C3H5 (R-COO)3, hêjaye gotinê, ku tirşiyên donî di jêderên ajalî an rewikî (nebatî) de bi gelemperî bi pergala gilîserîdan (Glycerides) ne, û karlêkirina hevsengiyê pêk dibe bi tevlîkirina ava Qilê (ava Qila sodyûmê NaOH / Sodium Hydroxide)), bi donê rewikî an ajalî re, di raburî de, karbonat an sodyûm bikarbonat (Na2CO3, NaHCO3) dihate bikar anîn, di karlêkirina hevsengiya tirşiyên an gilîsêrîdên donî .
Tirşiyên donî peyda dibin, di don û bez (gerêz) de çi ajalî çi rewikî be, bi pergala azad an jî bi pergala gilîserîdan e, û tirşiya azad an gilîserîdê, bi Qilê re karlêk dibe, li gor yek ji van herdu hevkêşan:
pergala tirşiya azad
R-CH2-COOH+NaOH = R-CH2-COONa + H2O
pergala gilîserîd
C3H5 (R-COO)3 + 3NaOH = 3R-COONa+C3H8O3
Amûrîtiya karê sabûnê wekî paqijker:
Gerdîla (Molekula) sabûnê ji du beşên sereke pêk tê: yekem serekî Cemserî (polarî) ye ku bijokê avê ye, pêk tê ji komika karboksîlîk û pirtika kanê (Me’eden an mineral) ye, û ya duyemîn ji dûvikekî ne-cemsere (ne-polar) ku ji avê vedikişe.
kiryarên paqijkirinê yên sabûnê bi komek kiryarên tevlihev yên kîmyewî-fîzîkî ve girêdayî ye, ku sabûnê di avê de dike aviyeke cewî (Emulsion solution / Colloid solution), da ku serê sabûnê ber bi avê ve diçe, lê dûvikê ne-polar pelandinê dike li tiştê ku ne-polar e ku pêve girêdayî bimîne.
Hokarên (faktorên / Factors) bandoriyê dikin li ser çalakiya sabûnê:
Gelek hokar (Factor) hene, bi bandorin li ser sabûnê wekî madeyek paqijker, û di nav van hokaran de yên herî diyarin em dibînin:
1- Dirêjahiya zincîra alkîl R:
Zincîra alkîlê R ya dirêjahiya wê bêtirî R= C>18 pirtikên (atom) yên rejû / xulz (komir), sabûnê pir hişk dike, wekî din, ew di hilgirtina koma karboksîlîk a heman Gerdîle (molekulê / Molecule) de di navgîniya avî de astengiyekê çêdike, dema ku ew kêmtirî R= C<12 be, hêza pêvekirinê di navbera zincîra alkîl û pirtika ku divê bê rakirin dê pir qels dibe, û bandora çalakvaniya rûviyê (Effect of surface tension factor ), li şûna paqijkerinê vediguherîne navgînek hokara şilîtiyê.
2- Cureyê kanê (me’eden)
Cureyê kanê (me’eden) rolek mezin dilîze di warê vebuhujîna sabûnê di avê de, û kana herî baş kana Sodyomê (Na – Sodium / natrium) ye, lê kanen potsyome (K – Kalium), ew sabûneke bi bingeheke delmeyî (gel) dide, lê kanên Kalisyom (Ca -Calicium), Megnizyom (Mg – Mabnizium), û hesin ( Fe -Ferrium),ew sabûneke nevebuhujîn di avê de dide.
3- Germahî
Ji ber ku sabûn berî her tiştî xwêya tirşiya karboksîlîk e, ew dikare cîhûwar bibe li gorî vê hevkêşeyê:
R-COONa = R-COO + Na
Ev cîhûwarkirin bilind dike belavbûna sabûnê bi rêkûpêk, û pêkanîna aviyek cewî (Emulsion solution / Colloid solution), her çend divê ev jicîhûwarî di nav sînoran de bimîne, germahî hûrikên aviyê bi heza livedanê hêztir dike, çalaktir dike,û bi bandortir bibin, û di heman demê de cwêtî ( Emulsfication / Colloidation) gelek dibe alîkar, ku dibe sedema xurtkirina şiyana paqijkirina sabûnê.
4- Tirşîtiya navgîniyê
Tirşîtiya navgîniyê ji bo parastin avahiya gerdîla (molekulê / Molecule) sabûnê de roleke girîng dilîze, û bi vî rengî karê wê, ji ber tirşiya karboksîlîk (carboxyl) di navgîniya pir tirş de azad dibe, hildiweşe, û xaza (gaza) CO2 ji koma karboksîlîk (carboxyl) azad dike, ji bilî rûnandina xwêya kanê heke ew di nav tirşikbûneke wisa de bête rûnandin, û bi vî rengî dê tevahî sabûnê bête hilweşandin, û bi vî rengî pêvajoya paqijkirinê radiweste, ji bilî ziyanên din ên ku tirşiya pir dikare li pêkhateyên mayîn di aviyê de û qirêjê bike.
Di navgîniya tirşiya siviktir de, dibe ku tirşiya karboksîlîkî azad bibe, bê ku ji hev bibe, û xza (gaza) CO2 were azad kirin, û bi vî rengî ew ê ji hev veqetîne ku ruyekî organîkî çêbibe ku li rûyê avê, û wekî encam, çalakiya paqijkirina sabûnê jî dê rawestîne..
Ji ber vê yekê, navgîniya guncane ji bo çalakiya sabûnê, navgîniyeke Qilî (alkalîn) sivik divê, ango bi sînorên pH ~ 9, ji ber ku navgîniya Qilî (alkalîn) a bihêz rola iyona hevpar dilîze, ku cîhûwarkirin xwê radiwestîne, û di encamê de ew dê bandoreke neyînî dike li pêvajoya paqijiyê.
5- Pêkera Mîkanîkî a bi pêvajoya paqijkirinê:
Me berê gotibû ku rola gerdîlên sabûnê derxistina qirêjê û hilgirtina wê heya navîn e, û herî gerdîlên sabûnê pirtir bibin li dorbera gemarê, serşoka paqijkirinê bi bandortir dibe, lê tevlihevkirin dibe alîkar ku şansên girêdana çêtirîn a gerdîlên sabûnê yên li dora qirêjê çêdibe, ji bilî ku dibe alîkar ji bo aramiya danasînê (Emulsion solution / Colloid solution).
Herweha derbasbûn û derketina sabûn, di nav deziyên caw de azadtir dibe, li ser vê ya jî dibe alîkar ku qirêjiyê tarûmar, û bi away hûrdeman piçûktir belav dike
6- Dem
dirêjkirina dema paqijiyê, çalakiya paqijkirina sabûnê pir naguhere jî, lêbelê, ew di çakiya pêvajoya paqijiyê de hokareke gelek diyarker e, ji ber ku hezkirina gerdîlên sabûnê ber bi pirrengiya celebên lekeyên qirêjê ve cûda dibe, ku tê vê wateyê ku leza rakirina lekeyan li gorî celebê qirêjker û hezkirina wan ber bi sabûnê ve..
7- Materyalên alîkar û rêjeyên wan
Bi tu awayî çênabe sabûna xav bê hin materyalên alîkar ên ku ji bo armancên cihêreng têne tevlêkirin da ku çakî û xuyangiya wê baştir bibe, û ji van materyalên ku em dibînin sîlîkatên sodyûm, bîhn û rengekeran, û carinan jî materyalên taybetî têne tevlêkirin, dê emê her yekê ji wan cuda nîşan bikin:
- Meta Sodyûm silikat
Ev madde bi rêjeyên di navbera(18-33%) de tevlî sabûnê dibe, û her çend ew meteryaleke tijîkere, lê belê, ew hin taybetiyên xwestî dide sabûnê, pêşî şîrmeniyê (Emultion) xurt dike, û duyemîn jî şiyana şilbûnê a şilbûnê bilind dike ji ber ku xwediyê hin taybetmendiyên çalakiya rûviye.
- bihinkeran û rengkeran
bihinker û rengekeran tevlî sabûnê dibin, da ku ew bêhnek xweş û dîmenek pejirî bidin wê, ji ber bîhnên neyên ên ku ew dikare hilgire, li gorî pileya paqijiya materyalên wê yên xav, bêyî ku di amûrîtiya çalakiyê ya sabûnê rolê bilîze, pêdivî ye ku meriv pêşî pê ewle bibe ku ew bi hemî pêkhateyên sabûnê û pH-a wê ya dawîn re lihevhatî bin, û pêşî li xerabûnê bigirin.
- materyalên taybet
Wekî ku tê zanîn, li bazarê sabûn bi çendîn celeb û cûre hene, di nav wan de: sabûna dermanker, stêrilek, xurtkera por,sabûna xemilê, û dibe rêberkirina sabûnê ber bi vê taybetî ve an ku bi pêvek û hevdu ve têkildar e. bandorê li ser pêkhateyên mayî yên sabûnê dike, ew bi çawayî tevlî nabe, dive bi rengek lêkolandî, hejmar û çakêtî pêkbê, wekî mînak, em dibêjin ku koma karboksîlîk bandora dermankirin ya gelek dermanan aloz dike, an tirşîtiya pêkhatên sabûnê bandor dike li ser madeya ku tê tevlîkirin, da ku ew perçe bibe an bertekek taybetî ku sabûnê jehrîn dike an jehrî dibe ... ... bi vî rengî, ev pêvek dikarin rasterast bandor li şiyana paqijiya sabûnê bikin.
8- Çakiya ava di pêvajoya paqijkirinê de tê bikar anîn
Wekî ku me berê gotibû ku sabûna kalsiyûm, magnezyûm û hesin di avê de nayê vebuhujtin, ev tê vê wateyê ku bi karanîna ava hişk a ku ev kanan tê de heye, pêşî li çalakiya paqijkirina sabûnê digire, bi rûniştina xwêyên wan, li şûna kêmkirina qirêjiyê, rûniştinan pir dikin, ji belî kêm kirinê.
9- Tewra (Concentration) sabûnê
Gava sabûn bi tewreke kêm were bikar anîn, dibe melhema (gêlê) ku li dora her devera qirêjkerê têra girtina wê nake, û di encamê de, em ê pêvajoyek paqijkirinê ya pir xirab bidestxin.
Pêvajoya sabûnbûnê:
Ya jêrîn, li gorî du qonaxan vegotinek hêsan a hûrguliyên pîşesaziyê yên pêvajoyê ye:
Qonaxa yekemîn
Pîşesazî di çêkirina sabûnê de bi gelemperî li don, gerêz û cerb (zeyt) wekî materyalên xav palpiştiyê dike, ji ber ku di wan de gilîsêrîdên
Pîşesazî di çêkirina sabûnê de bi gelemperî rûn, rûn û rûn wekî materyalên xav qebûl dike, ji ber ku di wan de gilîsêrîdên donî (Fatty acid Glycerides) cihêreng hene, û pêvajo dest pê dibe, bi germkirina materyalê donî di niqrak an sîtilek (tank) taybetî ya pijandinê de (niqra an tanka pijandinê) bi heya pila (80- 85 ° C), û dûv re dest bi tevlîkirina ava qelaya sodyomê ya têr qela (tîr), hindik-hindik bêyî bighêje tixûbê sabûnbûnê, û hevîr bi destxistî çend demjimêran bi tevlîdaneke bi hêz ve di rewşeke kelandî de bi rêve biçe, da ku li dawiya hevîrek pir tîr çê dibe , ku tê de sabûn, gilîserîn, ava qelayê (sodyûm) û glîserîdên ne-hilweşandî hene.
Qonaxa duyemîn
Hevîrê sabûnbûyî 12 demjimêran sar dibe, dûv re ava têr bi xwêya xwarinê bi hindik ava qelayê (sodyûmê) tê de tevlî hevîr dibe, da ku sabûn ji avê û gilîsêrîn (done şêrîn) were veqetandin, ji ber ku sabûn bi avê re vedibuhije û aviyeke şîremenî (Koloîd) dide û bi saya cîguhêzkariya wê xwêya tirşiyek pila belvbûna xweyê li derdora PH=5-10, ji ber vê yekê ku iyona sodyûmê Na ku ji xwêya xwarinê de rola aniyona hevpar li gorî rêbaza kîmyewî: xwêya tirşiya bihêz xwêya tirşiya qels ji aviya xwe derdixe (xwêya xwarinê xwêya tirşiya klorê (chloride acid) ye ya bihêz e, û sabûn xwêya tirşiya cerbê/zeyt (oleic acid) ye, û nahêle sabûn vebuhije.
Têkilî germkirin û dîsa tê hiştin, ji ber vê yekê sabûn bi ser ruyê ava xwêyê dikeve, di vê avê de jî glîserîn û ava sodyûmê mayî heye, ava şor ji binê pijêkera sabûnê tê kişandin, paş re sabûn pijyayî ji heman tapê piştî bi materyalên Alîkariyê re tevlîhev bibin, tê valakirin û rijandin nav qalibên taybet, li gorî rêbaza kevneşopî ya ku di çêkirina sabûna xarê (sabûna zeyta Zeytûna) ji bo zuha bibe, an pompe bibe ber amûrên zuhakirinê di bin valahiyê (Vakomê/Vacuum)de li gorî rêbazên nûjen ên hilberîna sabûna şûştinê an sabûna xemlê (tuwalet).
Car carina, bi mebesta paqijiya sabûnê bighêje astek bilindtir, sabûna pijyayî ya berê, berya bikeve qaliban, çend caran tê kelandin bi aviya xwêyî re, û hin bi hin tîrîtiya qelayê (NaOH) bilind tir dibe, bi awayekî ku Gilîserîn (Glycerine) kêmtir dibe, li gel guhertina ava xwê her car, di dawiyê de, sabûna xav tê helandin û ava qelaya sodyûmê, paş re ava paqij tevlî dibe, û di dema kelandina de tevahî sabûn dihele, paş kelandinê, 48 demjimêran sar bibe, ji ber vê yekê qirêjî di nav çerxa avê de bicîh dibin, û sabûneke pir paqij bi dest dikeve.
Ji vê rêbazê re rêbaza germ tê gotin, ji ber ku rêbazek din jî heye ku jê re tê gotin rêbaza sar, ku tenê li gor qonaxa yekem pêk tê, heke li gorî wê aviya sodyûmê ya bi tîrbûniyeke bilind were bikar anîn, rasterast piştî dest nîşankirina hejmara sabûnbûnê, ji bo tevlîkirina a pêdiviyê ji qelayê (alkali) yek care, û dûv re pêvajoyek tê de Tevlihevkirina meteryalên pêdivî û dûv re wê rasterast tê valakirin di qaliban de, bi vî rengî sabûnek nebaş tê bidestxistin, ku ji bo şûştina cilan tê bikar anîn, tenê ji ber ku di wê de ji bilî gilîserîn an done şêrîn (Glycerine) heye, gemara don meteryalên din hene, ji ber vê yekê ji bo bilind kirina qelatiyê, hinek Kerbonat (NaCO3) û sîlîkat tevlî bibe.
Celebên sabûnê:
Gelek celeb û cureyên sabûnanê hene, yên herî girîng jî ev in:
1- Sabûna Hişk: tê çêkirin ji don û cerbên (Zeutên), ku piraniya tirşiyê gilîserîd têrbûyî ne ku bi qelaya sodyomê têne sabûn kirin.
2- Sabûna nerm: ew sabûnek nîv-avî ye ku bi sabûnîbûna don bi qelaya potasyome re (Potassium hydroxide( tê çêkirin.
3- Sabûna bazirganî: tê çêkirin ji cûreyên herî erzan ên don, bi tenê gerêz (bez) sabûneke pir hişk derdixe hole, nayê vebuhijtin û kefek baş dide.
4- Sabûna hişk ne vebuhijtî: Tenê done gûza Hindistanê, sabûnek hişk çêdike, da ku ew di ava şirîn de neyê vebuhijtin û bikar anîn, ew di ava şor de kef dide, û ji ber vê yekê wekî sabûna derya yê tê bikar anîn.
5- Sabûna ronîbihur: têde donên: genekê (Castor), gûza Hindistanê û gerêzên pir hêja hene .
6- Sabûna xemlindinê (Luxurious toilet soap): Ji done (zeyta) zeytûna yê hêja tê çêkirin û wekî sabûna Qaştalî (Castilî) tê zanîn.
7- Sapuna Rih kurkurinê (teraşkirinê): Sabûneke nerm ku tê de tirşiya stearîk çêdibe li gel qela potasiyûm û sodyûm re, û kefeke nerm dide.
Xelat
