Penaberên Efrîn û Serêkanî hîn jî li benda vegerê ne

Penaberên Efrîn û Serêkanî hîn jî li benda vegerê ne

Piştî sardana berpirsê asayîşa Rojavayê Kurdistanê Siyamend Efrîn ji Efrîn û Şêxmeqsûd û Reqa û Girêspî re, êdî xelkên Efrîn û Serêkaniyê li benda biryara vegera bi fermi ji ax û malên xwe re ne.

Di wê bare de, Mihemed Elî penaberekî xelkê Efrînê li bajarê Hesekê ji Xelatê re ragihand: Koçberên Efrîn û ên Serêkaniyê êdî perîşan bûne ji dûrketina ji warên xwe, êdî daxwaza wan vegereke lezgîne û ev daxwaz par sal bi fermi radestî komusyona bilind a UNê derbarê rewşa vegerê hatibû kirin.

Elî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de aşkire kir ku ewê her li bendê biryara şandina wan ji bo Efrînê bin û wê ti carî çavên xwe li riya Efrînê nagirin û wê her bi hêviya wê yekê bin ku bi yekcarî vegerin ware xwe.

Di heman babetê de, Ebdulselam Salih ku ji Serêkaniyê ye, di derbarê vegera wan ji Serêkaniyê re ji Xelatê re ragiahnd; Xelkê Serêkaniyê ku ev 7 salin dûrin ji axa xwe, ji niha vex we amade dikin taku vegerin bo ware xwe.

Salih di axiftina xwe de, wiha got: Em gelek perîşan bûn, em belengazbûn û emê vegerin, çavên me li rê çûn. Hêviya me ewe ku em careke din vegerin bo ser mal û emlakên xwe û bi azadî bijîn.

Xelat