Nasnameya Wilayeta Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê

Nasnameya Wilayeta Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê

Nivîsîn: Kakşar Oramar

Destpêk:


Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û hemû beşa Leknişîn a wilayeta Loristanê pêk tê ku piştî bakurê Kurdistanê para herî mezin a axa Kurdistanê pêk tîne. Lê li gor parvekirina dewleta navenidiya Îranê, tenê Sine û çend bajarên girêdayî wê yanî Seqiz, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kamyaran û Dîwandere weke Kurdistana Îranê tên naskirin. Rûberê hemû axa rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 175.000 km çar goşe ye. Lê ev hejmar rûberê herêmên Leknişîn anku Pêşkuh li wilayeta Loristanê nagire ber xwe ku gelê wê herêmê ji aliyê êtnîkî ve tev xwe bi Kurd dihesibînin. Av û hewayê rojhilatê Kurdistanê li herêmên çiyayî ji ber berfa giran, sar û li herêmên deştayî jî havîn gerim û zivistan jî zêde ne sar in.

Wilayeta Urmiyê û navê Urmiyê Di nexşe an jî xerîteya Kurdistana mezin de Urmiye dikeve bakurê rojhilatê Kurdistan û bakurê rojavayê Îranê. Urmiye bajarekî dêrîn e ku li ser nav û dîroka wê ji aliyê gerîdok, lêkolînvan û nivîskaran ve gelek pirtûk hatine nivîsandin.

Urmiye di serdema kevin da bajarekî girîng yê welatê Medan (anku bav û kalên Kurdan) bûye ku di gelek şûnewar û asarên kevnar û dîrokî de navê wê hatiye nivîsandin. Di zimanê Siryanîyan de “Urmiya”, di zimanê Persan de “Urumî û Urmîye”, di zimanê E´reban de “Urumiye” û Kurd jî jê re “Ûrmîye, Urmi û Wirmê” dibêjin. Hinek zana û lêkolînvanên Îranî, Kurd û biyanî didin diyarkirin ku Urmîye ji du peyvên Aramî “Ur” bi wateya “bajar, an jî şar” û “Miyah” bi wateya “avê” ye. Yanî wateya peyvê: “Urmîye= Bajarê Avê”, ye. Hinek jî Urmiyê peyveke zimanê Kildanî dizanin û dibêjin: Ûr tê wateya “nêzîk” û “Mîye” jî “derya” ye û di kevin de jêre bajarê ” Nêzî Derya”yê jî hatiye gotin. Hinek çavkanî jî navê wê bi “Xuromê” bi wateya ” Roj” û “Mêh“ bi wateya meh an jî mang şirove dikin. Hinek jêder jî navê kevnarê Urmiyê wek Çîçêst dizanin ku piştre Asûriyan ew kirin “Urmiya”. Çîçêst peyveke Avêstayî û bi wateya spî û berraq e.

Di çavkanîyên Asûrîyan de behsa dêj an jî çeperekê yê bi navê “Armayît” hatiye kirin ku hinek bi texmîn dibêjin ew dij an jî çeper li cihê bajarê Urmiyê yê îro hatiye çêkirin. Li gor wan jêderan “Dêja Armayît” û dêjeke din ya bi navê ” Zîbiya” an jî “Zêwe”ya îro, ku niha navenda herêma Mirgewera Urmiyê ye, mîna çeperekê, bajarê Urmiyê ji hêrişên biyanîyan parastine. Di herêma Urmiyê û qezayên girêdayî wê: çiya, deşt û rûbaran jî avedanî û bedewiya erdnigariya herêmê zêdetir kirine: çiyayê Çilîkan(3230m) li herêma Makû, çiyayê Berezer(3608) li herêma Soma Biradost, çiyayê Reş(3578m) li navçeya Şino û deştên: Somayê, deşta Urmiyê, deşta Bêlewar û deşta Mirgewerê jî cihên herî bi kêr û bêrên çandiniyê ne.

Hemû deverên herêmê ji ber rengîniya sirûşta xwe mîna seyrangeh û cihê geryana xelkê ne. Gundê Bendê li rojavayê Urmiyê, herêma Mirgewer, Tirgewer û Soma Biradost seyrangehên herêmê yên naskirî ne.

Urmiye zadgeha Zerdeşt û navendek olî Piraniya dîroknivîs û coxrafîzanên Îranî û Ereb yên serdema piştî hatina Îslamê (Ibn-î-Hewqel, Hemdullah Mustewfî, Yaqût-î- Hemewî û hwd), cihê ji dayikbûna hezretê Zerdeşt, bajarê Urmiyê bi nav dikin. Herwiha Urmiye di çaxê desthilatdariya ” Partîyan û Sasanîyan” de ziyartegeha Zerdeştiyan bûye. Gor an jî mezarê dayika Zerdeşt a bi nave Exdûbe niha li gundê Emebê an jî Enbê li herêma Tirgewerê ye ku dikeve rojavayê bajarê Urmiyê. Texmîna wê hindê ku Zerdeşt li Urmiyê hatiye dinê, gora dayika wî li gundê Embê û gora du kes ji hurîyên hezretê Îssa Mesîh di kilîseya Nene Meryemê ya bajarê Urmiyê de ye, bûne sedem ku ev bajar wek yek ji mezintirîn navendên olî bê binavkirin. Li gor jêderên dîrokî, herêma Urmiyê di destpêkê de cihwarê jiyana herdu qewmên Pers û Mad û hemû êlên wan du netewên Arî bûye ku li rex erdên bi xêr û bêr ên li derdora gola Urmiyê ji bo karê çandiniyê, belav bibûn.

Kurdnasê navdar Prof. Vladîmîr Fyodorovîç Mînorskî (Владимир Фёдорович Минорский) ji rûyê wan tiştên kevnar ku li herêma Urmiyê di sala 1888 zayînê peyda bûne, dide diyarkirin ku 2000 sal beriya zayînê Babilî li wir jiyane. Bi vî awayî tê xuyakirin ku kevnariya bajarê Urmiyê digehe 4000 salan. Mînorskî di cihekî din de dibêje:” Ger Urmiye hemen bajarê kevnarê Urmiyat be, wê demê bajar di welatê Mannayîyan de cih girtiye û ketiye ber hêrşên Aşûrîyan û bin bandora Ûrarto’yan ku paytexta welatê wan bajarê Wanê bûye. Ji ber ku di gundê Nêrgi(li herêma Mirgewer) û kela Simayîl Xanê mezin, odeyên ku di hundirê kevirên mezin de hatine tiraşîn û çekirin, xwediyê hemen taybetmendiyên şûnewarên kevnar li Wanê ne. Odeya sêyemîn jî ku li ser çiyayê “Kotol” li herêma Soma Biradostan hatiye çêkirin, hemen taybetmendî tê de tên dîtin.” Ji van lêkolînên Prof. Mînorskî tê xuyakirin ku li herêma Urmiyê duhezar sal beriya zayînê, avedanî hebûye û bajarvanî(medeniyeta) rûniştvanên wê herêmê li jêr teisîra şaristaniyet an jî temeduna milletê Wanê da bûye. Herwiha ji rûyê wan tiştên ku li Şino, Girê Hesenlû û ew gorên ku li Sildoz hatin kifşkirin, kevnariya bajê Urmiyê digehe 4000 salan.

Şûnewarên kevnar li Urmiyê û derdora wê Nasnameya wê hindê ku herêma Urmiyê cihekî herî kevnar ê jiyana mirovaye, şûnewarên wê yên dîrokî ne. Hin ji wan şûnewarên kevnar ku heya niha şûnwarnas an jî arkolog û dîrokzanên biyanî, Kurd û Îranî, li ser kevnariya wan nivîsandine evên jêrin: 1. Girê Hesenlû li nêzî bajarê Nexedê ku têde camê zêrîn ê Hesenlû( Bi Ingilîzî : Golden Cop Hassanloo) hat kifşkirin.
2. Kela Çariyê
3. Mizgefta Urmiyê
4. Textê Silêman li Tikantepe
5. Sê Gunbed
6. Kela Dim-dim li 15 km ya başûrê bajarê Urmiyê
7. Îmareta çar birc
8. Kilîseya Nene Meryemê
9. Mizgefta Serdar
10. Kela Yekder
11. Kela Simayîlxanê Mezin li ser rêya Nazlûyê
12. Agirdanaka Temer 13. Mozeya bajarê Urmiyê.

Nîşanên huner û şaristaniyeta Kurdan li herêmê pir in. Birca Şîşe, kela Simayîlxanê Mezin, Kela Dim-Dim û gelek kelayên din ji wan asarên dêrîn in ku li herêmê pir tên dîtin.

Urmiye û serhildanên ji bo doza Kurdistanê Ji çaxê destpêka hêrişên Ereban heya dawiya desthilatdariya Celaleddînê Xarezmşah, desthilatdarî di Urmiyê de gelek caran dest bi dest bûye. Di dîrokê de gelek tişt li ser şoreşa xelkê Urmiyê li dijî hakimên Ereb di çaxê xelafeta hezretê Osman de hatine nivîsîn. Hikûmeta Rewadî an Rawendîyan ku Kurd bûn li Urmiyê, hikumeta Dasim(Daisam) ku tayîfeyek ji Kurdên herêma Mosilê bûn, Hikûmeta Cistan ibin Şarmazan ku alîgirên Daisim bûn, hikumeta Ebuelhîca, Selcûqî û desthilatdariya wan li ser Urmiyê, Urmiye di çaxê Etabekan û Xarezmşahan de û hwd tev ew babetin ku pêwîstî bi lêkolîneke kûr û dirêj li ser wan heye.

Urmiye navenda serhildanên siyasî Cihê Urmiyê Di doza siyasîya Kurdistanê da taybetî ye. Heya niha bi qasî ku dîroknivîsên Îran û Kurd destnîşan dikin Kurdan li Urmiyê serhiladên jêr pêkanîne: Serhildana Emîrxanê Lepzêrîn an jî serhildana kela Dim-Dim, Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Serhildana Simkoyê Şikak û Serhildana eşîreta Celalî li Makûyê. Di van dused salên derbasbûyî de ku Kurdan ji bo çêkirina kiyaneke serbixwe gelek xebat û serhildan pêkanîne, Urmiye jî di dîroka serhildanên Rojhilatê Kurdistanê xwedî cihekî stratejîk e. Di dîroka siyasîya Kurdistanê de serhildanên ku li rojhilatê Kurdistanê çêbûne, navê Urmiyê bêtir derdixînin pêş. Cara yekê di sala 1608ê zayînî de Mîrê Kurd Emîrxan Biradostî an jî Emîrxanê Lepzêrîn bi duristkirina Kela Dimdim li başûrê Urmiyê dijberiya Kurdan ya li dijî talan û dagirkeriya padşahên Sefewî da destpêkirin. Kurdan gelek li ber xwe dan ku ax û warê wan ji aliyê Efşariyên koçber ve neyê dagîrkirin, lê piştî gelek tevkujiyên kêmdîtî wan karî vê para axa Kurdistanê bêxin jêr desthilatdariya xwe. Elbete ji xeynî dorpêçkirina kela Dim-Dim ji hêla leşkerê şah Ebasê Sefewî ve xiyaneta hinek eşîretên Kurd jî bû sedema serhildana Dim-Dimê. Piştî bêdengiyek xemgîn û dûr û dirêj di sala 1880an de Şêx Ubeydulahê Şemzînî (Nehrî) bo yekemîn car di dîroka siyasî a Kurdistanê de serhildanek netewî di her du perçên bakur û Rojhilatê Kurdistanê li dijî her du impiratorên Osmanî û Qacarî pêk anî. Ji wan name û dukomentên ku di arşîvên biyanîyan de hatine dîtin tê xuyakirin ku daxwaza Şêx Ubeydulahê Şemzînî damezirandina dewleteke Kurdî ya serbixwe bûye. Nameya wî ya meşhûr û çêkirina konfederasyûna eşîrtên Kurd vê rastiyê ji me re îspat dike ku Şemzînî lîderekî dûrbîn, zana û haydarê siyaset û rewşa dema xwe bûye. Ji sala 1905an û pêde ku Cewer Axayê birayê serokê Kurd Simkoyê Şikak bi destûra Mihemed Elî Mîrza li bajarê Tewrêzê hat şehîd kirin, dijberiyên di navbera Kurdan û desthilatdariya dewleta Îranê roj bi roj zêdetir bûn. Îsmaîl Axayê Şikak ku bi navê “bavê nasyonalîsma Kurdî” li Rojhilatê Kurdistanê jî tê naskirin, bi pêkanîna konfederasyoneke bihêz ji eşîretên Şikak(Kardarî û Evdoyî), Herkî, Hinare, Dirî û gelek eşîretên din, agirê şoreşek berfireh li piraniya axa rojhilatê Kurdistanê him di çaxê Qacariyan de û hem di çaxê Riza şahê Pehlewî de, da destpêkirin. Di çaxê serhildana Simkoyê Şikak de Urmiye bi qasî 4 salan mîna paytextê desthilatdariya Kurdan, bû navendeke siyasî-çandî. Yekemîn rojnama Kurdî ku organa serhildanê bû bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û mamosta Mihemed Tûrcanîzade li rojhilatê Kurdistanê di bajarê Urmiyê de dest bi weşanê kir. Yekemîn çapxane, komela bi navê Gihandanî û xwendinegha Kurdî li bajarê Xoy dest bi karê xwe kirin. Piştî ku li sala 1930an lîderê Kurd nemir Simkoyê Şikak li bajarê Şino hat şehîd kirin, heya sala 1946an û pêkhatina komara Kurdistan ya di bin serkotaiya pêşewa Qazî Mihemed de, herêm ji aliyê siyasî ve bêdeng bû. Kurdên hemû herêmên Makû, Xoy, Selmas, Urmiye û herêmên din di wî çaxî de jî li ba pêşewayê xwe Qazî Mihemed bûn.

Piştî têkçûna komara Kurdistan HDK(Hizbî Demokratî Kurdistan) li salên 1967- 68an û pêde heya 1979 an ku rejîma padişahîya Pehlewî têkçû, di bin serokatiya nemir Dr. Qasimlo de dest bi bizavek siyasî û nihênî kirin. Bapîr Şikak an jî Niho yekemîn şehîdê herêma Urmiyê ye ku di sala 1967 an de li pey şerekî giran yê li dijî dewletê hate kuştin. Hêza şehîd Niho yek ji hêzên herî çalak di herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de bû ku şehîdên mîna Mihemed Kilawreş, Serwan Hatem, Baqî Behaduran, Mela Simayîl Kurdnejad, Mihemed Ezîzî, Selîm Heqî, Ebobekir Paşayî û gelek şehîdên din tev endamên wê hêza hizba demokrata Kurdistanê ne.

Bi agirê şoreşa bakurê Kurdistanê re jî bi sedan keç û xurtên Kurd ji herêmên Urmiyê û qezayên wê tevlî nava refên gerîlayên Kurd bûn û bi dehan kes ji wan ji bo doza Kurdistanê hatin şehîd kirin. Sala 1999an dema ku serok Ocalan bi kiryarek terorîstî ber bi Tirkiyê hat revandin, bi hezaran kesan li dijî vê komployê serîhildan û di vê demonstrasyonê de Ferheng Hatemî û çend ciwanên din bi destê hêzên dewleta paşveroya Îranê hatin şehîdkirin. Li pey vê rûdanê çend sal derbas bûn û PJAKê jî dest bi jiyana xwe ya siyasî kir ku li ser hîmê J.Kê hatibû damezrandin. Pêşwaziya xelkê Urmiyê û herêmên din yên wilayetê ji PJAKê germ û hê jî rewşek wiha berdewame. Di van salên dawiyê de li rojhilatê Kurdistanê zêdetirîn kesên ku bi tawanên siyasî ji hêla rejîma komara Îranê ve têne girtin û îdam kirin, endam û alîgirên PJAKê ne.

Malbatên naskirî Ji malbatên Kurd yên navdar li Urmiyê malbatên: Seyîd Ebdulah Şemzînî û kurê wî nemir Dr. Seyîd Ebdulezîz Şemzînî an jî Gîlanîzadeh, malbata Simayîl Xanê Şikak, malbata Nûrozî(dengbêj Birê), Malbata Reşîd Begê Herkî(an jî Cihangîrî), malbata Dr. Qasimlo, malbata Kurdnejad û malbatên Hatemî, Elewî, Fetahpoor, Pîrotî, Hacî Mihemdî, Dirî, Şetewî, Hinare, Mamedî, Begzade, Bihadorî û gelek malbatên din mirov dikare nav bibe.

Ji kesayetiyên navdar li Urmiyê û herêmên din yên wilayetê: Hisameddîn Hesen Çelebî yê Kurd ku yek ji şagirdên herî navdar yê Mewlana Celaleddînê Romî bû, Şêx Ebubekir Zînharanî, Simayîl Xanê Şikak, Seyîd Ebdulah Efendî, Mihemed Axayê Vosoq, Dr. Qasimlo, Dr. Seyîd Ebdulezîiz Şemzînî, Celal Nizamî, Dr. Hesen Şetewî, Tahirxan Simko, dengbêj Birê Nûrozî û kesên din ji wan kesayetiyanin ku mirov dikare behsa wan bike. Ji bakurê rojhilatê Kurdistanê ber bi Urmiyê eşîretên: Celalî, Şikak, Herkî, Dirî, Begzade, Sadarên Nehrî(Seyîd), Zerza û hwd muzayikek rengîn ji Kurdên herêmê pêkanîne ku her eşîretek xwediyê hinek adet û orfên xwe yên taybetîye.

Gola Urmiyê Li rojhilatê bajar Urmiyê û pareke sinorê axa Kurdistan û Azerbayicana Îranê pêk tîne. Dirêjahiya wê nêzî 135 km û pehnayî wê jî ji 15 heya 50 km e. Bilindahiya gola Urmiyê ji deryayên azad 1267m e. Rûberê Gola Urmiyê bi giştî 6000km çargoşeye û kurahîya wê 6 metro û di hinek deveran de jî ev kuratî digehe 15-16 metroyan. Ava gula Urmiyê ji ber xwê tehl û şore û nayê vexwarin. Ji xeynî kirmekî sor yê bi navê “Artîmasalîna an jî Artîmiya” ti giyandarekî din di nava ava golê de tuneye. Bi çêkirina rêyekê li ser gola Urmiyê rêya di navbera Urmiyê û Tebrêzê de kêm bûye û gehiştiye 138km an. Niha zêdetir ji 70% gola Urmiyê hişik bûye. Sedemên herî berçav jî çêkirina avbend(bendav), kolandina bîrên kûr û rêya Urmiyê-Tebrêzê ye.

Radioya Kurdî li Urmiyê Ji destpêka sala 1969an ku para Kurdî a radioya Urmiyê dest bikar kir, dengbêj û hunermendên Kurd Birê Newrozî(Nûrozî), Elî Hewsed, Mistefa Xeylanî, Hemîd Yusifî, Silêman Mihemedpoor, Ismet Sohêyilî, Eşed şaêrê Herkî, Ehmed Ehmedî û Iran xanim Mucerd yekemîn jina Kurd bû ku bi zava Kurmanciya bakur di radyoya Kurdî de stranên xwe tomar kirin. Herwiha dengbêjên din yên weke Nêimet, Elî Goran, Mihemd Emîn Hatemî, Elî Nazdar Şasiwar, Bêmal Bîmedar, Qadir Bîtarî, Ebdula Hewsed, Cemîl Herkî, Salih Ehmed, dengbêj Qadirê Elwacê û bi dehan dengbêj û sazbendên din di nava gelê herêmê de tên naskirin. Herwiha hejî gotinêye ku li Urmiyê du navendên:” Selaheddîn Eyûbî û Ehmedê Xanî” jî hebûn ku xizmeta wêje û çanda Kurdî dikirin, lê mixabin ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin. Mamosts Hêmin bi weşandina kovara Sirwe û endazyarê nemir Wecdî Hatemî jî bi vekirina navenda Ehmedê Xanî li ser Kurdistanîbûna nasnama Urmiyê xizmetên bêhema li ser navê xwe tomar kirin.

Urmiye di roja îro de Di roja îro de jî Urmiye bajarekî avedan û nimuneya bajarekî pirçand ji adet û orfên her sê netewên Kurd, Asûrî û Azerîya ne. Tevî ku li wilayetê hejmara nifûsa Kurda ya herî zêde ye, lê her sê netew di bajarê Urmiyê û herêmên din yên wilayetê de bi awayekî aştiyane bi hevre dijîn. Bakurê Urmiyê çiyayê Agirî û wilayet bi Ermenistan, Nexcewan, bakur û başûrê Kurdistanê re cîrane. Urmiye dileve rojhilatê gola Urmiyê û Mehabad jî dikeve başûrê bajar. Herêm an jî navçeyên bajarê Urmiyê jî evin: Mirgever, Tirgever, geliyê Qasimlo, Soma Biradost, Şipîran, Deştebêl, Enzel, Dol û Nazlo û Dol. Herêmên navbirî xwedî sirûşteke rengîn û cihê ger û geştê ne. Ger di warê torîsimê de dewlet îmkanên baş ji van navçeyan re bide, rewşa jiyana gelê herêmê jî dikare baştir be û bê gûherandin. Mixabin siyaseta dewletê a li dijî pirsgirêka Kurd nahêle ku avedanî li herêmên navbirî pêş bikeve. Piştî salên dûr û dirêj bo yekemîn car di sala 1997an de Kurdên Urmiyê karîn Dr.Kerîm Fetahpoor mîna nûnerê xwe yê parlemanê hilibijirên. Ger ji bo nûnerertiya parlemanê helbijartin azad û demokratîk bêne birêvebirin, Kurd li Urmiyê dikarin du kesan wek nûnerên xwe helbijirin. Salên piştre di encûmena bajar de jî kêm-zêde Kurd beşdarin, lê ji hêla hikûmeta navendî ve zextên giran li ser çalakî û bizava Kurdan tim hebûye û hê jî berdewame.

Bax û Fêkiyên herêma Urmiyê( tirî, zebeş, qeyîsî, Sêv, hirmî û…) di bazara Îranê de navdarin. Heya niha 30 cûrên tirî li Urmiyê tên çandin û ji bona wê jî şerab û mêwîjên Urmiyê bo dervey Îranê jî tên firotin. Li derdora bajar totin, silkên qendê, nok, genim û gulberoj jî tên çandinê.

Rûbarên derdora Urmiyê: Çemê Berandêzê, Nazlo û çemê bajar(Şehir Çay) ku tev ji çiyayên sînorên bakur û rojhilatê Kurdistanê tên û ava wan dirije nava ava gola Urmiyê. Rûberê wilayeta Urmiyê bi gola ku li kêleka bajare, bi giştî 43,660km çargoşeye. Li gor serjimêriya dawiyê şênî an jî nifosa giştî ya wilayetê bi serhev de nêzî sê milyon kesane ku ji vê hejmarê 1.715.161 kes li bajar û 1281119 kes jî li gundan dijîn. Dirêjahiya bajarê Urmiyê 70 km û pehniya wê jî 30 km e ku li rex derya şîna Urmiyê cih girtiye. Di roja îro de hejmara şêniya bajar nêzî milyonekê ye û bilindahiya bajar ji derya azad 1.267 metro ye.

Navenda wilayeta Urmiyê bajarê Urmiyê bi xwe ye û 13 qezayên wilayetê jî evin: Bokan, Pîranşar (Xanê), Tikab, Xoy, Serdeşt, Selmas (Dîleman – Selemast), Şahîndij, Makû, Mihabad, Miyanduaw, Nexede, Şino û Çaldiran.

Piraniya rûniştvanên wilayeta Urmiyê Kurdin. Ji xeynî wê Azerî, Ermenî, Asûrî û Kildanî ji li herêmê hene. Lê piştî serhildanên Şêx Ubedulahê Nehrî(1880z) û Simkoyê Şikak, dewleta navendiya Îranê ji bo bêhêzkirina ziman û hissên Kurdan yên netewî, zimanê dan û standin û aboriya bajarê Urmiyê xistin destê Azeriyan. Bi vî rengî Kurd û kêm netewên din yên olî û millî neçarkirin ku xwe hînî zimanê Azerî û Farsî jî biken. Ev siyaset bi taybetî piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikak gelek dijwar bû û ferqeke mezin di hemû waran de di navbera herêmên Kurdnişîn û Azerînişîn da hê jî tê dîtin. Ev siyaseta çewt elbete heya roja îro jî berdewame, lê piştî sala 1979an heya roja îro sal bi sal hejmara rûniştvanên Kurd li bajarê Urmiyê zêdetir dibe.

 Sekoya Kurmancî