PIRSEK HUNERÎ
Nivîskar: Can Yûsif
Strana "Çîçekê Çeçekê" ne straneke folklorî ye, lê belê straneke romantîk a kurdî ya navdar e ku bûye straneke gelêrî ji mîrata kurdî, ji aliyê gelek komên kurdî û hunermend û dengbêjên mezin ên kurdan ve hatiye gotin wek (Sîmar, Mem Ararat, Cemal. Sadûn, Farqîn, Rojhat Cizîrî, Murad Demir, Feyruşah, Bawer Beyanî, Sefqan Orkêş, Lorans Amûdî, Kulilka Heskefê, Ozan Can , Ednan Ibrahim , Azad Noredîn ,Koma Arjîn, Koma Walat ...hwd.)
Pirsa min ev e: Gotin û awazên vê stranê yê kîjan hunermendî ne...???
Çîçekê çîçekê
Çîçekê çîçekê nazdarê çîçekê
Nesîbê me nebû , negihan hev çîçekê.
Xwezî tu dotmam ba wez ji tere pismam bam
Gula baxê min ba ,bilbil û fîxan bam.
Qurbana wê bejnê , ew xala li gerdenê
Li min xweşke jiyanê, nêrgiz û rîhanê.
XELAT