Di xwe hilçinî?

Di xwe hilçinî?

Helbest: Hasan Kordede

Di xwe hilçinî?

Ji deryakî kûr derketim bê avjenî

Min dî li wir keçek bedew d'xwe hilçinî

Piştra bûne dost û hevalên di rêkê

Bi yek ziman li gel hev me tevn raçinî..

Çîn û neqşe ji dar piştê me dest pêkir

Rêk pir kin bû lê me hêlînek lê çêkir

Nizam vîn bû nizam kîn bû b'xweşî rêkir

Ji nişka  keç di cihê xweda sekinî..

Li min wêran bû wek tofan bû susrete

Dil kir dojeh agir bi sînge dikete

Çi bêtare çi heware felakete

Síng kir beroş da ser kuçkan ar li binî..

Xatir nexwest di cihda hîştim  da ye rê

Wekî dînê ku tu berdî li ser pirê

Dil birrî wê bê hemd wek bi bivirê

Eceb xewn bû an rastî bû felek kenî..

12/05/2024-Serzorî

XELAT