Bibore An Têbore
Helbestvan: Mihemed Hemokoçer
Bibore An Têbore
Bibore eger vê carê
Ez soza xwe buxum!
Weku bi sed caran te dikir
Û te nedigot:
Bibore jî..!
Di ber re dimeşiya tu
Xwe di ser re
Davêt te
Te dikir xinxin
Di ber xwe de
Tu dikeniya!
Bi henek te derbas dikir!
Di saya nazlêbûnê de
Te ji xwe derbas dikir
Û min ji te ra berdida
Di bin nîrê têneçûnê de
Min tikek rojekê ji te nekir
Di mekra hezkirinek kor (Ellah) kor de
Min ji te re berdida
Û min tu bernedida
Ji oza dil de
Ez bi ser te de dihilhilîm
Û ji hawîna dil de
Te guh nedida
Hezkirinê
Çendî li te miqate bûm
Ewqasî tu tiral û piştguxistiyeka gêj bû
Çiqas dem
Bi te re min bihurand
Stiran min dilorand
Helbest min dihûnand
Xem û kizûr min kişand
Tersiya te min hewitand
Ta bi binfiltiya tegihîne
Min ew jî li xwe digirt
Û radiwerand!
Û di te neborî dil..
Bibore..
Ku ez buhurîm
An tê borîm
Bibore ku kenê min bi henekên te nehat
Û hêrsê min
Bi hatina te danehat
Û sirûşa helbestê
Bi te nehat
Samana min
Li hember sewdê nehat
Û tu çiqas biborînî jî
Ez bêjim..
Dawî vehat
Dema ya me ji hev nedixwar çû û hilhat
Û dema têborandinê
Êdî hat û lêhat
Ez bêjim..
Çawa berê li xweşiya te dihat
Niha jî ev li heza min hat.
Xelat
