XERC Û BÊŞ

XERC Û BÊŞ

Nivîskar: Salih Heydo

 

 

Di navbera salên 1960 û heya 1970 î de  dema zarotiya min ez di refên seretayî de bûm li gund. Di wî heyamî de gelek tişt û riftar û neheqiyên ku li xelkên gundan yên kurmanc  dibûn xweş tê bîra min û heya nuha li ber çavên min in,nemaze neheqî û zordariya desthilatdariya  Be'siyên dewleta Sûriyê.

Her wiha wan mamûr û derekan gelek bac û xerc û bêş û papor davêtin ser gundiyan.Gelek caran qaçorçî ji nişkan ve dihatin û yekser cêba xwe tûj dajotin ser keriyên pezên gundiyan û ew qaçor dikirin û xwediyên wî seza dikirin,carinan jê cêba gumrikçiyan dihat û weke birûskê derbasî odeya gund û nav malan dibûn û bêrîkên zilaman û qurçikên malan û bin kulînan û ferd û têrr  dipelandin ,ku tûtina serxetê bidîtan ew jî seza dikirin û desteser dikirin, carinan gotinên xerab jî dikirin yan jî lêdan û carisî dikirin,ji xwe qet û qet çare li derekên nuqteyan nedibû ji ber karê wan dihatin nav gundan û xerc û bêş û salyane ji wan dibirin,lewra dema dihatin bi hespan bûn û tivingên wan yên lûlikdirêj û pêncfîşekî li millên wan bûn û potînên wan yên çermînî  digihajtin çogên wan.

Dema dihatin û digihajtin gund di pirrên caran de diçûne koçka keye û bi awayekî çavsorî û degelî û bêrêz û rûmetî derbas dibûn,geh celbiya hinekan tanîn û geh ji bo bac û salyanê dihatin,lewra gundiyan bi serê hespên wan digirtin û êmên wan jî tanîn.Her wiha keye tevî ku hesab û tatêl ji wan nedikirin jî lê ji wan re doşek datanî û berx,yan kar yan jî dîkekî elokan ji wan bêbavan re serjêdikir.

Lewra dema yek bûba zave û bûka xwe biguhezta geh di şeva dawî de û geh jî piştî guheztinê bi rojekê-dudiyan derek dihatin û doza xelata xwe ya ne rewa li zave û malbava zave dikirin bê fedî û şerim,her wiha dema hinekan ji gundiyan kirîvantî çêkiriban û zarokên xwe sinnet kiriban dîsa derek dihatin xelata xwe bibin ,ji xwe hinek ji xelkên gundan yên zevîdar,û dewlemend derek,mamûr ji tirsa samanê xwe ve dikirin kirîvên xwe û ji wan re zevî vediqetandin û şikarte ji wan re li ser kîsê xwe diçandin û di gelek caran de dihatin cem xwediyên keriyê pez kavirek,mîhek yan berxek û karek ji wan distendin û geh jî elok ji xelkên belengaz û xizan distendin di gel hêkên kurmanciyan û rûnê malê.

Ji xwe di mûsim de dema gundiyan genim û cehên xwe diçînin û bi dawî dikirin dîsa ew derek tev çawîşên xwe dihatin û çewalên ceh û genim ji wan distendin û dibirin.Her wiha di buharan de dema xelkê hiriya pezên xwe dibirrîn dîsa ew derek û mamûr dihatin û para xwe ji hiriyê dibirin.

Lewra di wî heyamî de ku kurd gelekî bindest û bêqirram û bê pişt bûn desthilatdariya Be'siyan gelek pêstûrî û cefa li wan dikir û gund û zevî û pez û samanên gundiyan ji xwe re rewa didêran weke malê talanê û dane û stendin û riftarên wan bi gundiyên kurmanc re weke patîşah û kolakan bûn.Ji ber desthilatdariya Be'is rê û destûr dabû wan mifridî,derek,çawîş,mamûr,qolçî ,gumrikçî û karmendên dewletê ku heya ji dest wan derkeve kurdan talan bikin û pêstûriyê li wan bikin.Ev felaket hemî di serdema Cemal Ebdil-nasir û şûnde bû.lê tevî wilo jî kurd weke xwe man  û bi doza xwe ve girêdayîbûn.

Lewra ev jî felaketek bû ku me di wan salan de ji dest wan didît.Carekê di havîna sala 1968 an de ez piştî xwendindin û dewama dibistanê bi dawî bû ez li ber pezê xwe bûm li nav pirêzeyan.Min dît carekê cêbek ji ser rêya bellê hat û çolbir di nav pirêzeyan re xwe tûj li min girt û bi xezeb daketin û di dews de ji min re gotin: Kuro kanî qoçanên pezê te? Min hinekî bi tirs û tatêl li wan vegerrand û got: Efendim,ez zarok im hîç ez van tiştan nizanim,herin gund cem bavê min, ev tiştên ku hûn doza wan li min dikin ew pêzane û wê li cem wî bin.

Dema min wilo got yekî ji wan qaçorçiyan sîlak li rûyê min xist û got: Tew zane bipeyive jî û di dews de siwar bûn û çûn nav gund pirsa bavê min kirin û pez qaçor kirin û bac avêtin ser.Di hingî de dema bavê min baca xwe da û qoçan anî di nav zixtiyaneke zelal de ew pêça û dirût û benikek avêtê û ji min re got: Dev qoçana peze ku wan bêbavan ji te dixwest,ha ji te re wê têxe histûyê xwe dema tu here ber pez ber tim bi te re be da ku tu tûşî carisiya wan bêbavên qaçorçiyan nebe.

 

Xelat