Halên, Biçûktirîn Beşdarvana Festîvala Navdewletî ya Gelawêj
Keça 10 salî ya xwîn şêrîn bi navê (Halên Kosarî) helbesta xwe di Festîvala Navdewletî ya Gelawêj de xwend.
Halên Kosarî, xwendekara pola çaran a 10 salî ye û xelkê bajarê Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Halên ji rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye; “Ez 10 salî me û li Pîranşarê dijîm. Ez bi kurdî û farisî çîrok û helbestan dixwînim û bi kurdî helbestan dinivîsim.
Got jî; “Ez ji helbestê hez dikim, dema ku ez mezin bûm û dixwazim bibim doktorê diranan û dixwazim wêjeya zarokan jî binivîsim."
Derbarê sînemayê de jî got;“Ez bi sînemayê re pir meraq dikim ji ber ku birayê min (Hozan) di warê şano û sînemayê de dixebite û bandora xwe li ser min dike."
Her weha Halên daxwaza xwe tîne ziman û dibêje; "Ez hêvî dikim ku sala bê bi helbest û çîrokan beşdarî Festîvala Galawêj bibim."
Halên di 27.Festîvala Gelawêjê de li bajarê Silêmaniyê helbestek bi kurdî xwend û bala hemû beşdaran kişand.
XELAT



