Çima dewletên Kendavê ji Kurdên Sûriyeyê ditirsin?

Çima dewletên Kendavê ji Kurdên Sûriyeyê ditirsin?

Eger bîranînên min xiyanetê li min neke, rojnamevanê şareza û navdar (Hesenên Heykel) rojekê ji rojan ji rewanşad Serok Mam Celal Talebanî re gotibû:

"Tenê tekezî li ser mafên kurd bike û dûr bikeve ji behskirina demokrasiyê, çûnkî dema k utu daxwaza demokrasiyê dikî, tenê Êraq li dijî te nasekine, belkû hemû dewletên diktator ên erebî li dijî te radiwestin. Ji ber bi daxwaza demokrasiyê, tu daxwaza hilweşandina wan dîktatoriyetan û jinavbirina wan dikî."

Bi baweriya min, ev pirsgirêka Kurd ne tenê li Sûriyeyê ye, belkû li hemî beşên Kurdistanê ye; Ji ber ku ew daxwaza dewletek demokratîk dikin ku rêzê li mafên mirovan bigire û mafên neteweyî yên gelê Kurd nas bike ku herêmên xwe bi awayekî nenavendî an federal birêve bibin.

 

Xelat/ PUKMEDIA