SEBRA OXIRÊ    

SEBRA OXIRÊ    

Helbest: Hinara Tajdîn

 

Bû pişkînya wê sebrê,

Kete li ser oxirê,

Te go: Dotmam bizvire

Cot sebir me ne xêre.

Lê min gorra te  nekir,

Dil ber tê mift, kilît kir,

Neketime gal, galê

Nizamê min çî yek kir ?

Min persîva  te neda,

Pencerejî  zerp dada,

Nemilmilî  find, çira

Penceşêrê gul veda.

Qederê ez şikandim,

Pey evîna  te ketim,

Ser şopa te venebûm

Bûm gora har xwe ketim.

Ew kul, derdê xeyalî,

Dane dilê, rezîlî,

Xatirê te, evînê

Ezê bibrim  cot golî.

 

************

PEY TE GERÎYAM

Pey te gerîyam bi dem-sala kesirîm,

Ça îşiqa find û çîray vemirîm,

Ber surr- serma evîna te qehirîm

Mîna şaxa serê sivê buhirîm.

Cî-nvînê hîve rone qûmaşda,

Ricifî dil qepûtê reş şevêda,

Roya nedîr dêm gulava eşqêda

Agrê hubê gurbû çevên bereşda.

Bayê şevê mera bibû baweşîn,

Pelê dara dar çinara diwaşîn

Hêsrên ewrên çevên teye li hêşîn

Dest dane hev kîşyan berbi ava şîn.

 

XELAT