Ji serdema 17’an heta roja me, manîfestoya Xanî: ”Yekîtî û Tifaqî”
Amadekirin: Aram Mahir Taha
Pêvajoyên gelên li çar aliyê dinyayê yên ku yekîtiya xwe ava kirine û dest bi xwebirêvebirinê kirine, bi gelek awayên cuda çêbûne. Hin gelan yekîtiya xwe ya erdnîgarî û siyasî pir zû ava kirine û bi hewildanên dîrokî û çandî jî ew hîn xurttir kirine. Lêbelê, gelên ku ji ber êrîşên derve yan sedemên erdnîgarî, aborî û sosyolojîk belav bûne, car caran di hewildanên xwe yên avakirina yekîtî û yekparebûna xwe ya çandî-siyasî de bi ser ketine û carinan jî dereng mane. Yên dereng mane pêvajoyên dijwar jiyane û ji ber bandora konjoktura global di paşxaneya dîrokê de mane.Di pêvajoyên avakirina yekîtiya gelan de, carinan rêberek, carinan tevgerek olî, yan jî pêwîstiya têkoşîna li dijî faktorên derveyî, roleke diyarker lîstine. Wek mînak; dema ku eşîrên Ereb ên belavbûyî yên li çola Erebîstanê dijîyan, li ser erdnîgariyeke berfireh bi tevgera Îslamî re bûne yek, Rûsên ku li Sîbîryayê dûrî şaristaniyê dijîyan, bi bandora rêberekî yekîtî bi dest xistin û li ser erdnîgariyeke berfireh jî bûn serdest. Civaka (Hindû) Hindîstanî, ku bi dehan ziman lê tên axaftin û baweriyên gelek cîhêreng lê heye, mînakek pir cuda ye. Her çend gelên Hindîstanê, ku xwedî rabirdûyeke hevpar a erdnîgarî û dîrokî bûn jî, ji ber êrîşên derve ji hêla nîjadî û olî ve hatin parçekirin. Lê belê civakên Hindîstanê di dîroka nûjen de karibûn bibin yek û li ser erdnîgariyeke berfireh yekîtiyeke siyasî bi dest bixin.
Îtalyayî tevî ku rabirdûyeke wan ya împaratoriyê jî hebû, lê di dîroka nêz de belav bûn, û Almanên ku gelê herî mezin ê Ewropayê bûn, piştî parçebûna xwe, ji nû ve yekbûna xwe ava kirin -ev mijara nivîseke dirêj e.
Ezmûn û dîroka gelê Koreyê ya dagirkirin û parçebûna wê dişibe dagirkirin û parçebûna Kurdistanê; mîna Kurdistanê, rastî êrîşên cîranên bihêz û êrîşkar hatine, demeke dirêj e bi pevçûn û parçebûna navxweyî re rû bi rû mane. Ji aliyekî ve, ew bi dagirkirinên barbar ên Mogol re rû bi rû mane, ji aliyê din ve jî bi dagirkirina du împaratoriyên mezin, yên weke Çîn û Japonyayê… Ji ber destlêwerdanên hêzên emperyal, ew îro jî neçar in ku wekî du civakên dijminane û parçe parçe bijîn. Dema ku em li van mînakan dinêrin, divê em di derbarê yekîtiya Kurdan de çi rê bişopînin?
Li erdnigariyeke ku bi sedan sal e hatiye dagirkirin û hatiye parçekirin, avakirina yekîtîyê nê hesan e. Beriya sînorên nava parçeyan rabe ewil divê ji nav mirovan rabe. Bo vê jî ev avakirina nû ya di bin banê yekîtiyê de ne tenê siyasî, lê ligel vê yekê jinûve avabûna çandekê ye. Taybetî jî gelên ku bîreweriya kolektîf bi wan re heye, ji derveyî berjewendiyên sinorkirî û trawmayên dîrokî, ji bo jiyaneke hevpar ava bikin, piştgiriya avakirina qadeke mezin dikin. Ev qad, qadeke civakî ye û hêza wê gelek mezin e. Taybet jî di bin banê yekîtîyê de, huner, çand û siyaset dema hevdu digrin û bi hev ve kilît dibin, nasnama netewî tê xwîyakirin û bo mafê xwe yê birêvebirinê, li dinyaya modern careke din dide şîrovekirin. Bi vê şîrovekirinê jî bo vî mafî bi dest bixin gelek rê û rêbazên vê çanda nuh pêkan dikin.
Vîneke hevpar, ancax azadiya kesan bi azadiya herkesî re kare li hev bîne. Loma jî mere kare bibêje di yekîtîyê de, hişmendîya yekîtiya netewî, cudahiyên takekesî û heremkî ji holê ranake, beravajî, van cudahiyana di sazûmaneke hevpar de digre dixe bin banê ewlehiyê.
”Xwe naskirin, dîroka xwe naskirin e” tê gotin. Li ser ezmûna nifşan gotinên wiha ne hew gotin in, ligel vê gelek wateyan di xwe de dihewînin – ji bo di avakirina ruhê netewî de ev naskirin girîng e. Bi rêya huner, wêje, çand û qada siyasî ya ku tora xwe avêtiye her derê dinyayê, kare bibe neynika tekoşînê bo nasnameya ”ruhê ku xwe derxistiye asta hişmendiya netewî“.
Ji bo vê, çanda neteweyî û yekgirtina ruh û hişmendî veguherînekê li ser hemû qad û saziyên gel ferz dike – ku xelasiya neteweyan bi vê avakirina çandê dike gengaz. Ji ber ku ev çanda nû ya ji hîmên yekgirtinê ava bûye bo dîtbariya nasnameya netewî pêvajoyeke girîng e -ku kare vê çandê li her derê dinyayê bide nîşandan. Siyaset ew cih e ku qada yekîtiya mirovan lê pêk tê. Bo vê jî pêwîstî bi dinyayeke hevpar heye, ku mirov karibe qala heqan bike.
Li dinyaya hevpar û qada siyasetê, em dikarin wateya ’yekîtiya netewî ne tenê li ser hestên nîjadî’, li ser yekîtiya ’çand û siyasî’ jî wek çandeke nû bidin ber xwe û dinyayê. Her çiqas gotin û teoriyên li ser vê mijarê gelek hebin jî, îro ro modela ku li ser erdnigariya kurdan hatiye avakirin / tê xwestin ku were ava kirin, bê minak in.
Feylesof û helbestvan Ehmedê Xanî sêsed sal berê li ser parçebûna gel û bêtifaqîyan di risteyeke xwe de wiha dibêje:
”Ger dê hebûya me îttîfaqek /Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî /Hemîyan ji me re dikir xulamî / Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet / Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet”.
Xanî her ku bi gelek zimanan dizanîbû jî, wî bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Li serdemek ku şer û pêvçûnên eşîran, sefer û şerên împaratoriyan, nivîsîna bi kurdî ya Xanî, ne tenê bo çanda hunerê, ligel vê, ji bo çandeke nû ya yekîtî û netewî him wek hişyarî him jî wek belavokeke fikrî ye. Her ku di wê serdema şer û pevçûnê de alozî û tevlîhevî weke roja me ya îro xuya bike jî, bêderfetiyên wê çaxê bi roja îroyîn re bi tu awayî nayê qiyaskirin. Hilbijartina nivîsîna bi Kurdî ya Ehmedê Xanî -ku wî bi Tirkî, Farisî û Erebî jî zanibû, pênûsa xwe ji bo bizava fikra netewî û avakirina ”hebûnî”yê xebitandî ye. Ev fikra ”hebûnî” ya ji pênûsa Xanî darijiyaye ser kaxizê, ji hemû sinoran derbas kiriye, ji hemû berjewendiyên takekesî derbas kiriye û bi dîmenê ”tifaqîyê” hemû aliyên civakî bi hev ve girê daye. Lêhûrbûna yekîtî û tifaqîya navxweyî de, Qeleha Dimdimê, serîrakirina hin êşîran a li hember Osmanî, zeyifbûna mîrîtiyan û parçebûna axa welêt sedemên sereke ne. Cara pêşîn, di destana Mem û Zînê de ev lêhûrbûna fikrî ji aliyê teşeyî / vegotinî, dîmenekî nû nîşanî me dide – ne tenê derbarê hunerê, çandê û estetîkê de, ligel vana derbarê sosyolojiya civakê, fikra civakeke nû ya di bin banê çandeke nû ya yekîtî û demokratîk de jî dîmenekî nû nîşanî me dide.
Di serdema 17’an de erdnigariya Kurdan ku di nava imparatoriyên (Osmanî û Farisan) de dibû ”herêma tampon” ji gel re dibû, koç, feqîrî û kuştin. Dîsa di wê serdemê de eşîr û malbatên mezin ên li hember pergalê serî rakiribûn bi tenê mabûn, û yên ji bo berjewendîyên biçûk û ji bo mijarên ”takekesî” bi hev ketibûn, bûbûn mijara nivîsên Xanî. Ne tenê bi çavekî helbestvanî û feylezofî, bi çavekî civaknasî xwestibû berê gel bide wê rastiya ku karibe hebûna xwe tê de ava bike û tê de bijî. Xanî hûr û kûr mijûl dibû û dizanîbû ku li ser vê erdnigarîyê nîv-serbixwebûnîya mîrîtiyan, eşîran, herêman têra domdarî û ewlehiyeke mayînde nake. Loma jî fikra netewebûnê bo yekîtî û tifaqiyê -weke rojnivîskekê di nava risteyên xwe de bicih kiribû. Ji ber ku diyardeya netewî û yekîtîyê ne tenê encamên siyasî, encamên jiyanî ne jî.
Bo wê jî, îro ro di vê aloziya nû ya dinyayê de, derketina ji paşxaneya dîrokê û avakirina ”çandeke nû” ya di bin banê yekîtîyê de, ji bo van gelên di paşxaneya dîrokê de mane tê wateya ”xelasî”yê.
Xanî di risteyeke xwe de dibêje; ”Ez mame di hîkmeta Xwedê da / Kurmanc-i di dewleta dinê da / Aya bi çi wechî mane mehrûm / Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm”. Di destnîşankirina Xanî ya civakî û çandî de, pirsa ku sêsed sal berê kiribû hîn jî weke xwe ye. Herçiqas li ser vê destnîşankirinê gelek tişt hatibe gotin û nivîsîn jî, Kurd hîn di wê dewleta dinê de tenê û mehkûm e -ligel gelek serxwebûn û berxwedanan, ligel gelek pêşeng û lehengan…
Çawa ku dibêjin ”bi darekê daristan çênabe” û ”bi gulekê nabe bihar jî” -darên li daristanê, gulên li biharê hêz in, xweşik in û domdar in. Ji ber ku yek in û bi tifaq in.
”Ger dê hebûya me jî xwedanek / alîkeremek, letîfadanek” wiha hestên xwe yên hesreta pêşengekî û xwediyekî tîne zimên, Xanî. Bo ku ev pêşeng karibe hemû aliyê gel -bi deng, reng û taybetiyên wan ve li ser hev kom bike û di bin banê nasnama netewî de yekîtiyekê ava bike. Ta ku di bin banê vê ”çanda nû” de nifşên nû bibêjin Xanî; ”heye me xwedanek, alîkeremek, letîfdanek. Di bin hîkmeta Xwedê da / dewleta dinê maye di bin banê Kurmancên azad de“.
Jêrenot:
- Ehmedê Xanî, Diwan, Mem û Zîn
- Hegel, xwendinên li ser felsefeyê „Weltgeist“ (Rûhênetewîl)
Xelat
