Stafa Xelatê pîrozbahiya roja rojnamegeriya Kurdî kir
Bi boneya pîrozkirina 128emîn salyada roja rojnamegeriya Kurdî, roja Şemiyê 25/4/2026 stafa kovara Xelat a kurmancî, serdana (Letîf Nêrweyî) berpirsê borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kirin.
Stafa Xelat ji aliyê berpirsê borda ragihandinê seyda (Letîf Nêrweyî) û berpirsê kargêrî yê bordê kak Omer ve bi germî hat pêşwazkirin û pîrozbahiya kar û xebatên stafa Xelatê kirin.
Her weha di wê hevdîtinê de behsa xebat û karên ragihandinê û gîhandina peyamên rast û drust di xizmeta doza gelê kurd de hate gotûbêj kirin.
Stafa kovara Xelatê pêkhatibû li (Hozan Efrînî) sernivîserê kovara Xelat a elektronî û pêşkêşkar û amadekarê Bernama Horî li radyoya dengê gelê Kurdistanê û Bernama Rojeva Nû ya li kenala asmanî ya gelê Kurdistanê ye, her weha (Dawûd Çîçek) cîgirê sernivîser û xanim Roşîn Serêkanî pêşkêşkara Bernama Horî.
Xelat
