Li Kobanê nexweşxaneyek pisporî a Almanî hat vekirin

Li Kobanê nexweşxaneyek pisporî a Almanî hat vekirin

Li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya hêjmarek ji pizşkan û pisporan nexweşxaneya pisporî ya Almanî hat vekirin.

Hêjmarek pizîşkên pispor û welatî di merasîma vekirina nexweşxaneyê de amadebûn û ji aliyê pizîşkê dêrîn yê bajarê Kobanê (Dr. Xelîl Ebdî) ve ku bavê fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ye nexweşxane hat vekirin û qirdîla sor qut kir.

Ev nexweşxane 70 nivînan û 35 odeyan li xwe dihewîne û li gorî standardên nûjen hatiye amadekirin û xizmetên pizîşkî yên pispor peyda li xwe digre.

XELAT