Li bajarê Qamişlo festîvala govendê birêve diçe
Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke" 7`emîn festîvala govendê birêve diçe.
Festîval bi beşdarbûna 23 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez, Êzidî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê destpê kir.
Festîval ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin. Festîval bi coşeke mezin heya 17 vê mehê didome.




XELAT
