Li Amedê Pêşangeha "Wekî Tu Bihar Bî" vebû
Li Amedê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi boneya 34emîn salvegera koça dawiya helbestvan (Ehmed Arif), pêşangeha bi navê "Wekî Tu Bihar Bî" hat vekirin.
Midûriyeta Çand û Karên Civakî, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, mazûvaniya pêşangeha "Wekî Tu Bihar Bî" kir.
Pêşangeh, ji berhemên hilbijartî yên koleksiyona "Min Ji Kesera Te Qeyd Rizandin" a Mehmet Tolga Erdal pêk tê û kuratoriya wê ji aliyê Mahmut Wenda Koyuncu ve hatiye kirin.
Pêşangeh, panorameya bûyerên civakî û siyasî yên ji sala 1927an, dîroka jidayikbûna Ehmed Arif, heta sala 2008an vedibêje. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, her weha nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û hunermend beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
Ehmed Arîf di 21ê nîsana 1927an li Amedê ji dayîk bûye û di 2yê hezîrana 1991 de li Enqereyê koça dawî kiriye. Ehmed Arif helbestvanekî bi eslê xwe kurd e ku bi zimanê tirkî dinivîsî.
Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû re, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir, lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand. Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û şkencekirin.

XELAT
