Bafil Celal Talebanî bû Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî

Bafil Celal Talebanî bû Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî

Li bajarê Silêmaniyê konferansa hevpeymaniya Sosyal demokrat a welatên erebî piştî çar rojan ji giftûgo û semîner û şîroveyan bi dawî hat. Di konferansê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê Bafil Celal Talebanî wek Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ê Welatên Erebî hat hilbijartin.

Çend wêstega ji jiyana Bafel Celal Talabanî:

*Di sala 1973an de ji dayik bûye û li Brîtanya xwendiye.

*1996 Perwerdehiya leşkerî digel Fransîyan kiriye.

*1998 Perwerdehiya leşkerî digel Brîtanîyan kiriye.

*2000 Perwerdehiya leşkerî digel Amerîkiyan kiriye.

*2022 Bi alîkariya Amerîka Djije Teror damezrand.

*Serpereştê Sekreteriya Serok Mam Celal bû.

*2018 Wekî Endamê Serkirdayetiya YNKê hat hilbijartin.

*2022 Wekî Serokê YNKê hat hilbijartin.

2023 Di kongreya pêncemîn de wekî Serokê YNKê hat hilbijartin.

*2025 Wekî Serokê Hevpeymaniya  Sosyal Demokrat li Cîhana Erebî hat hilbijartin.

Her weha endama serkirdayetiya YNKê Firyal Ebdulah jî ku wek seroka Yekîtiya Jinên Tewarê di çarçoveya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya cîhana Erebî de hate hilbijartin. Eve jî nîşaneya wê yekê ye ku jina Kurd gihêştiye wê astê ku pêşengiya jinên erebî û cîhanê bike û ev jî destkefteke mezin û encama xebat û tekoşîna rewanşad Serok Mam Celal e ku demek dirêj cîgirê sekreterê Sosyal demokrata cîhanê kiribû.

Firyal Ebdulah

XELAT