Xwendekarekî Kurd di jîriya destçêkirî de bû yekem

Xwendekarekî Kurd di jîriya destçêkirî de bû yekem

Xwendekarekî Kurd yê Rojavayê Kurdistanê di sîsîtema jîriya destçêkirî de li Norwêcê pila yekem bidest xist.

Xwendekarê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Kerîm Şelal) ku bi xwe ji bajarê Dêrikê ye, di mastera xwe ya di warê Pêşxistina Sîstemên Jîriya Destçêkirî de li Zanîngeha Oslo ya Norwêcê pileyên herî bilind ji %100 bi dest xist.

Projeya wî wekî yek ji baştirîn projeyên lêkolînê li Norwêcê ji bo sala 2025an hate hilbijartin, destkeftiyek ku li rêze serkeftinên Kurdan di qada akademîk û zanistî de zêde dike.

Bi navê stafa Xelata kurmancî em pîrozbahî û hêviyên serkeftinê ji bo Kerîm Şelal dixwazin.

 

XELAT