Silêmanî di rêzbendiya zankoyên cîhanê de serkeftinek dîrokî tomar dike

Silêmanî di rêzbendiya zankoyên cîhanê de serkeftinek dîrokî tomar dike

Zanîngeha Silêmaniyê di rêzbendiya zanîngehên cîhanê de (World University Rankings-WUR) ku ji aliyê Sazyia (Times Higher Education) a Birîtanî hatiye encamdanê, pileya yekem li ser astê hemû zanîngehên Herêma Kurdistanê û Êraqê bi dest dixe.

Li seranserî Êraqê tenê 21 zanîngeh mercên saziya Timesê têde hene û rêzbendî ji bo wan zanîngehan hatiye kirin. Her weha zanîngehên beşdariya wê pêşbirkê bûne (58) zanîngehin ku nekarîne biçin nava rêzbendiyê ji ber ku merc û pîvanên saziya Times`ê têde nîne.

Saziya Times a Brîtanî bi hevbeş li gel saziya Şangahay, rêzbendiyê ji bo zanîngehan dike û ya herî giring jî rêzbendiya zanîngehên cîhanê ye ku gelek pîvanan li xwe digre.

Her çiqas zanîngeha Silêmaniyê cara yekemîne beşdariyê di vê hevrikiyê de dike, kariye pileya yekemîn bi dest bixe û bibe pêşenga zanîngehên seranserî Êraqê.

Ev serkeftina mezin a zanîngeha Silêmaniyê şanaziyekî mezin e ji bo hemû mamosta û xwendekarên zanîngehê û bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê.

 

XELAT