Projeyeke pir girîng ji bo pakrewanan
Ji bo rêzgirtin li pakrewanên riya azadiya Kurdistanê, Saziya Serok Celal Talebanî dest bi amadekirina projeke cuda ji bo bîranîna wan pakrewanên ku di serdema şoreşa nû ya Kurdistanê de, rewanên xwe pêşkêşî parastina destkeft û axa Kurdistanê kirine dike.
Ji ber wê yekê, serokê Saziya Serok Celal Talebanî balyoz (Dr. Mihemed Sabir) bi hevrêtiya cîgirê serokê saziyê (Apê Yûsif Zozanî) û parêzer (Pavil Hakim M Salih) civînek li gel rojnamevan û nivîskar (Hozan Efrînî) û pisporê karûbarê Kiştukaliyê (Mihemed Edhem) lidarxistin.
Di wê civînê de, derbarê proje û çawaniya amadekirin û pilansaziya parka pakrewanan bikin ku wek parkek be ku hemû pakrewanên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNKê) lixwe bigre.
Ew park wê nêzîkî 3 hezar darên zeytûnê tê de werin çandin û wê bibe cihê serdana hemû kesûkarên şehîdan û hemû Kurdistaniyan.
Xelat
