Kerta muleta ajotinê ya penaberan niha bûye 5 sal

Kerta muleta ajotinê ya penaberan niha bûye 5 sal

Rûpela Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê di weşaneke xwe de, spasiya rêvebiriya giştî ya hatûçûna Silêmaniyê dike.

Evê li xwarê naveroka wê ye;

Piştî hewldanên bêwestan ên Encumena Penaberên Kurd Rojava-Sûriye û çend hevdîtinên bi Rêveberiya hatûçûnê re (Trafîkê) ya Silêmaniyê û rayedarên wê re, maweya kerta muleta ajotinê ya penaberan li şûna salekê, niha bûye 5 sal, mîna welatiyên li Herêma Kurdistanê.

Ji helwêsta me weke encûmen, em jî sipasiya rêvebiriya hatûçûna Silêmaniyê dikin ji ber hewldan û biryardariya wan di pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan û bi taybet penaberên Rojavayê Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye ku roja 27/2/2024 şandeyeka Encumena penaberên Kurdên Rojava-Sûriye serdana rêvebirîya hatûçûya parêzgeha Silêmanîyê kiribû ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê emîd Aso Heme Emîn Behram û eqîd Bextyar Mihemed ve hatin pêşwazîkirin. Di wê hevdîtinê de şanda encûmenê daxwaza zêdekirina maweya muleta ajotinê ji bo penaberan her weha hêsankariyên din hatine kirin û rêveberiya hatûçûnê jî piştgîriya xwe anî ziman..

Xelat