Encumena Penaberan li Silêmaniyê bûn mîvanê Çînê

Encumena Penaberan li Silêmaniyê bûn mîvanê Çînê

Bi boneya 80 saliya salvgera serkeftina şerê berevaniyê ya gelê Çînê li dijî destdirêjiya Japonyayê û şerê cîhanî li dijî faşîzim, bi navûnîşana )Bîranîna Dîrokê di avakirina dahatiyeke baştir) û bi amadebûna balyozê Çînê li Êraqê û rewşembîr û kesên akademîk, li zanîngeha Silêmaniyê panelek hate li darxistin.

Şandek ya Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê – Sûriyê jî di panêlê de beşdar bû. Di panêlê de li hember şer û kîn û nefretê çawa Çînê û gelê wê karîn rêya aştî û geşepêdane bidin pêş xwe û çand û kultur û civaka xwe parastin û xizmeta welatê xwe kirin hate gotûbêj kirin.

Şanda Encumena Penaberan ji her yek li Berpirsa komîteya bilind a nûnerên encumenê (Roşîn Serêkaniyê), Berdevkê fermi yê encumenê (Dawud Çîçek) û Berpirsa ragihandina encumenê (Emşa xan) pêkhatibûn.

XELAT