Li Zanîngeha Kobaniyê Konferansa Navnetewî Ya Perwerdeyê birêveçû

Li Zanîngeha Kobaniyê Konferansa Navnetewî Ya Perwerdeyê birêveçû

Yekemîn Konferansa Perwerdehiyê ya Navnetewî li hola ronakbîrê kurd Îbrahîm Ehmed ya li zanîngeha Kobaniyê roja Şemiyê 19/10/2024 destpê kir û du rojan berdewam kir.

Di konferansê de rêze semînerên zanistî yên perwerdehî û lêkolînên zanistî hatin pêşkêşkirin ku ji aliyê hejmarek ji lêkolînerên xwecihî û navneteweyî li welatên curbicur, ji wan (Swîsra - Almanya - Lîbya) hatin pêşkêşkirin.

Her wiha cihek ji bo gotûbêj û nîqaşên li ser van semîner û lêkolînên zanistî hatin vekirin ku tê de hin ezmûnên perwerdehiyê yên zanîngehên cîhanê hatin nîqaşkirin bi mebesta sûdwergirtina ji encamên di gelek warên cihêreng de.

XELAT/ Jêder: Rûpela Zanîngeha Kobanî