Sernivîskarê `Riya Tezê` mêvanê me bû...
Nivîs: Stran Ebdula
Di sala 2002an de, sernivîskarê `Riya Tezê` mêvanê me bû...
Salek di ser mirina xebatkarê mezinê sernivîskarê rojnameya heftane Riyateze û rewşenbîrekî navdar ê Kurd li Ermenistanê (Amerîkê Serdar) re, derbas dibe.
Amerîkê Serdar (1935-2018) ji 40 salan zêdetir ji temenê xwe wekî sernivîskarê Riyateze xizmet ji çanda Kurdî re kir.
Amerîkê Serdar yek ji Kurdên herî navdar bû ku Kurd û Êzdiyatiyê pêkve girêda û ji tu rengê nasnameya xwe berneda.
Wî digot, Keko! Aslîka Qadir keçek Êzdî nîne? Strana (welatê min çiqas şîrîne li ser Kurdistanê ye) ku ji bo me Kurdên Sovyeta berê mîna sirûda Ey Reqîb e.
Amerîkê Serdar ne tenê weku rojnamevan û xebatkarekî medyayê yê xwedî ezmûn e, lê di heman demê de rewşenbîreke jî ku cihê destê wî di ferheng û wêjeya kurdî de diyar û berçave.
Di sala 2002an de, dema ku ew bi hevalên xwe yên ji Ermenistanê re serdana Kurdistanê kirin, ew mêvanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rêveberiya Silêmaniyê bû.
Pir kêfxweş bû ku Kurd du hikûmetên wan hene û di herduyan de jî wezîrên Êzîdî di kabîneyê de hene (ya me kak Cemîl Xidir Ebdal) bû. Lê wî digot ku bila ye hikûmetek be û du wezîrên Êzîdî jî hebin.
Wî got ku ewê bi xwe ji Mam Celal re bêje. Wî dixwest serdana Şêrko Bêkes bike û ez difikirim ku wan hevdîtin ji bo wî saz kir û di wextê xwe de li Serdem civiyan.
Sernivîskarê Riyateze di 19/2/2019an de koça dawî kir û navê wî di nava têkoşerên kêm û dewlemend a Kurdên Sovyetê de wê bi bilindî bimîne.


Xelat
