ROJAVA- Çarenivîsa Desthelata Şamê

Parêzer û Yasazan (Mistefa Muslim) ku xelkê herêma Kobanê ya Roavayê Kurdistanê ye, roja Yekşemê 3/8/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de çarenivîsa desthelata Şamê hate gotûbêj kirin, di vê derbarê de parêzer û yasazan (Mistefa Muslim) diyar kir ku, avakirina hikûmeta demkî ya Sûriyê deryasayî ye û ne rewaye û serokomar jî bi awayekî ne yasayî hate destnîşan kirin û bi bê beşdariya pêkhateyên li Sûriyê belkû hemû bi rêkeftinên navdewletî hatine destnîşan kirin.

Mistefa Muslim diyar kir ku, divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêwendiyên xwe yên siyasî û dîplomasî zêdetir bi welatan re berfireh bikin û mafên xwe li Sûriyê raxin berçavan daku piştevaniyan daxwazên kurdan li Sûriyê bikin.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT