Ebdulezîz Ayo: Îbrahîm Paşayê Millî daxwaza dewleta Kurdî kiriye
Serpereştiyarê merasîma bîranîna Îbrahîm Paşayê Millî (Ebdulezîz Ayo) ragihand, Îbrahîm Paşayê Millî di serdema xwe de daxwaza alîkariyê ji Ingliz û Fransa kiriye daku dewleta Kurdî ava bike.
Bernama Xelata Kurmanca ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirin mêvandariya parêzer û serpereştiyarê merasîma salvegera koça dawî ya Îbrahîm Paşayê Millî (Ebdulezîz Ayo) kir.
Derbarê merasîma bîranîna koça dawî ya Îbrahîm Paşayê Millî de Ebdulezîz Ayo got: Xebata Îbrahîm Paşayê Millî dîrokekî gelekî giringe û bapîrên wî berya 600- 700 salî sînorê Kurdistanê ji aliyê başûr û başûrê rojhilatê ve parastine lê behsa kar û xebata wî zêde nayê kirin ji ber wê jî me giring dît ku em bala Kurdan bikşînin ser xebata wî ya dîrokî.
Diyar jî kir ku, Îbrahîm Paşa rolekî gelekî mezin ji bo bakûr û rojavayê Kurdistanê lîstiye û ew hakimê rasteqîn bû li rojhilatê Firatê her weha ji Helebê û heta Musilê hikum kiriye û heta dighêje Mêrdîn û Diyarbekirê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de jî behsa malbata Îbrahîm Paşa kiriye û Kemal Mezher jî behsa wî kiriye her weha di arşîva Osmanî û Îngilîzan û Fransiyan û Almanan de behsa kar û xebata Îbrahîm Paşayê Millî hatiye kirin.
Ebdulezîz Ayo tekez kir ku, Kurd xwediyê Rojavayê Kurdistanê ne û berya 800 salî hîna kalkê Îbrahîm Paşa li Rojava bûne bi taybetî li Til Temir artêşa Îbrahîm Paşa li wir bi cih bibû.
Daxwaz jî kir ku pêwîste hemû partiyên Kurdî û Kurdistanî û kenalên Kurdî xwedî li xebat û dîroka Îbrahîm Paşayê Millî derkevin.
Behsa wê yekê jî kir û got; Îbrahîm Paşa û zarokên wî bi hezaran xelkê xiristiyan û Ermen ji komkujiya Osmaniyan parastine û nêzîkî 10 hezar Ermen û Xiristiyan wek mînak li Herêma Serêkaniyê parastin.
XELAT
