HORÎ- Rêkeftina Kurd û Şamê û Destûra Nû ya Sûriyê
Rojnamevanê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek (Xoşnav Hisên) bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û diyar kir ku, piştgîrî û piştevaniya Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê (Bafil Celal Talebanî) ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê cihê rêz û pêzanînê ye.
Ji aliyê xwe ve Rojnamevan Hozan Efrînî pirs kir ku, gelo YNK`ê beramber bi çi piştevaniya rojavayê Kurdistanê dike? Dawûd Çîçek got: Serok Bafil di hemû demên zor de û li hemû civîn û hevdîtinên xwe yên li gel şand û serkirdeyên cîhanî re bi taybetî yên Amerîkî û Ewropî de piştgîriya Rojava û doza Kurd li wî parçeyî kiriye, bi bê beramber belkû li ser rêbaza nîştimanî û Kurdistanî ya rewanşad Mam Celal tevgeriya ye.
Her weha di vê hevpeyvînê de bal hat kişand ser rêkeftina navbera fermandarê giştiyê HSDê General Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyê Ehmed Şerih ku ji aliyê hemû cîhanê bi rêkeftineke dîrokî û giring hate wesif kirin û yekem serkirdeyê Kurdistanî ku piştevaniya xwe ji bo rêkeftinê kir Serok Bafil Celal Talebanî bû, ku ew rêkeftin bi piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî hate îmza kirin daku rê li pilan û êrişên li dijî gelê Kurd û şerê navxweyî ya Sûriyê were girtin û gelê Sûriyê bi germî û şahiyan pêşwazî kir.
Hozan Efrînî derbarê ragihandina destûrî ya ku hikûmeta demkî ya Sûriyê amade kiriye û ji aliyê serok Sûriyê Ehmed Şerih ve hate îza kirin ku berovajî rêkeftina Kurd û Şamê bû pirsî?
Dawûd Çîçek da zanîn ku, êdî top li aliyê Amerîka û Hevpeymanên navdewletî de ye daku fişarê li serokê Sûriyê bikin ji bo cîbicîkirina rêkeftinê yan wê senaryoyên din bi pêş bikevin.
Sebaret bi vegera koçberên Efrînê bû warên xwe jî hate gotin ku rewşa niha ji ya berê baştire û ya giring pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin dûr ji şer û xwînê.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
