Kenalê Gelê Kurdistanê diçe mala Serok Mam Celal a li Şamê
Peyamnêra kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê diçe mala rewanşad Serok Mam Celal a li Şamê paytexta Sûriyeyê û li wir behsa xebat û jiyana Mam Celal ya li wê malê hat kirin.
Serok Mam Celal ev mal ji destpêka damezrandina YNKê ve digel hevalên xwe kirin navenda civîn û hevdîtinên bi şande û nûnerên dîplomatîk ên ji çar aliyên cîhanê re da ku doza rewa ya gelê Kurdistanê bidin nasîn û alîkarî û piştgirî ji bo serxistina tevgera rizgariya gelê Kurd berhev bikin.
XELAT
