Dr. Murşîd Xeznewî dibe mêvanê Xelata Kurmanca

Dr. Murşîd Xeznewî dibe mêvanê Xelata Kurmanca

Mamostayê Olî yê navdar ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Şêx Murşîd Meşûq Xeznewî ku, xwediyê doktorayê di fiqha îslamî de derbarê 36 saliya Enfalê û cenosîda gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dibêje; karesata Enfalê êşeke mezine ji bo gelê Kurd ku em îro bi bîr tînin.

Dr. Şêx Murşid Xeznewî bû mêvanê Bernama (Xelata Kurmanca) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) vet ê pêşkêş kirin axivî û got; " Di Enfalê de zêdeyî 182 hezar mirovên kurd hatine şehîd kirin. Ew karesat bi rengekî hovana ji aliyê rêjîma Bass ya Êraqê ve hate kirin. Em bi giştî wek Kurdistanî me nekariye em vê karesatê li nava cîhanê û navdewletî de weku cenosaid di heqê miletê Kurd de hatiye pêkanîn em destnîşan bikin."

Dr. Murşid got: "Mixabin kekê Hozan wek we diyar kir ku, ev karesat hate kirin bi navê sûreta Enfal ku ji sûretên qurana pîroze. Ev jî dujminên gelê Kurd vê yekê dikin daku wan tawanan ji bo xwe rewa bibîne dike."

Ew yek jî aşkira kir; "Mixabin di dema dagirkirina Efrînê de jî sûreta (Fetih) ya qurana pîroz, bikar anîn û dema DAIŞ êrişî Kobanê û Şengalê jî kirin gotina (Alahûekber) bikar anîn. Her weha rêjîma Baas ya Êraqê jî sûreta Enfalê bikar anî. Wateya Enfalê jî ew tişta ku şervan ya serbazan di şer de tiştekî ji xwe re bihênê ku jêre tê gotin (Xenîme) ye. Ku ew jî di şerê (Bedrê) de rûdaye dema şer xilas dibe ew çek ya hesp yan tiştê aliyê beramber ji aliyê serkeftî re maye jêre tê gotin Enfal. Piştî şer nakokî di navbera muslimanan de çêdibe û wî demî sûreta Enfalê dadikeve ser pêxemberê îslamê.

Dr. Murşid Xeznewî da zanîn ku dema rêjîma Baas ya Êraqê xwest êrişî gelê Kurd bike, bi sûreta Enfal xwest du peyaman bide ya yekem ji bo leşker û eskerê xwe re ye û ya duyem jî ji bo cîhana îslamî re ye. Peyama ji bo cîhana îslamê re dide xuyakirin ku evên em şerê wan dikin ku (Kurdin) ne muslimanin  û hemû tiştên wan jî Enfale û helal e ji bo wan. Rêjîma Baas û Sedam Husên di Enfalê de ji bilî ku gûndên kurdan yên hatine vala kirin û ew 182 hezar însanên me yên Kurd ku hatin şehîd kirin di heman demê de bi hazaran keçên Kurd firotin welatên dinê.

Dr. Murşid di axaftina xwe de tekez kir û got: Pêxemberê xwedê û ola îslamê û qurana pîroz tu carî van karên qirêj yên rêjîma Baas ya Êraqê qebûl nake. Kiryarên rêjîma Baas dûrî pîvanên îslamê ne.  

Di derbarê navenda vejandina Sune ya lêkolînên Stratejî de ku bavê xwe Şêx Meşûpq Xeznewî di salên 90 de ava kiribû de,  Dr. Murşid da diyar kirin ku, navê wê niha bûye (Navenda Şêxê Şehîdan Şêx Meşûqê Xeznewî ya lêborîn û diyalog û nûjenkirina olî ) ye ku di kongreya duyemîn de navê xwe hate guherîn û di wê saziyê de ew kar dikin ji bo avakirina diyalogê di navbera olan de li Rojavayê Kurdistanê de û di heman demê de ew kar dikin ji bo nûjenkirina olî û got; Her weha em kar dikin ku îslamê di filtera Kurdîtiyê re derbas bikin wekî ku Ereb û Turk û Farisan li gorî filtera xwe îslamê bikar tînin.daku gelê kurd jî sûdê ji îslamê bibînin." 

 XELAT