ROJAVA- Amadekariya Civîna Parîsê
Çavdêrê Siyasî û Rojnamevanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek, roja Çarşemê 6/8/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de amadekariyên Civîna Parîsê ku biryare di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya Mezlûm Ebdî û Hikûmeta Demkî a Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şerih di demên pêş de were lidarxistin hat gotûbêj kirin.
Di wê derbarê de Dawûd Çîçek behsa naveroka civînê û pêşeroja Sûriyê her weha avakirina sûriyeke hevbşe ku nûnertiya hemû netewe û pêkhateyan bike kir. Diyar jî kir ku ew civîn gelekî giringe û bi amadebûna Amerîka û Fransa û Brîtanyayê dibe.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
