HORÎ- Pêşeroja Sûriyê û Pêkhateyan

Akadîmisiyen û Siyasetmedar Dr. Welîd Şêxo, roja şemiyê 29/11/2025 ji Almaniyayê bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de rewşa dawî ya li Sûriyê û êrîşên hikûmeta veguhêz a Şamê li dijî pêkhateya Elewî li berava Sûriyê, her weha xwepêşandanên alîgirên hikûmeta Şamê li dijî Kurdan hate gotûbêj kirin.

Dr. Welîd Şêxo di wê hevdîtinê de bal kişand ser bûyerên dawî yên li dijî pêkhateyan ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve û tekez kir ku Sûriye bi sîstema navendî nayê birêvebirin û divê sîstemeke fîdralî ku mafê hemû pêkhateyan parastî be were avakirin.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

Xelat