Ronakbîr û Helbestvan `Bavê Helebçe` ji Qamişlo mêvanê Xelata Kurmanca ye

Helbestvan û Ronakbîrê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê û bavê şehîd Helebçe (Taha Xelîl) ji bajarê Qamişlo dibe mêvanê Xelata Kurmanca ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ya ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye.

Taha Xelîl di destpêka gotina xwe de behsa kîmyabarana bajarê Helebçe ya sala 1988`an dike û dibêje; Bajarê Helebçe di wextekî de hate bombebaran ku gelê me bi hezaran di çend demjimêran de şehîd ketin ku bêdengiyekî navnetewî hebû, bê axlaqiyek hebû, gelê Kurd gelekî bi wê komkujiyê êşiya û xemgîm bû, em hesiyan ku em wek sêwiyan e li vê dunyayê.

Taha Xelîl diyar dike ku, di yasa û qanûnên navnetewî de qedexeye ku çekên kîmyawî heta li dijî şervan û hêzên çekdar jî pêk bên, lê ji ber ku dijminên gelê Kurd dûrî rewişt û axlaq û prensîpên mirovayetiyê ne ew pîvan li cem wan tune ye û çekên kîmyawî li dijî jin û zarok û pîran bikar tînin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Taha Xelîl got; Di wê salê de (1988) min karî çîroka gelê xwe û komkujiya Helebçe bi helbestekê bînim ziman ku helbestek gelekî bi nav û denge û bi gelek zimanan hatiye wergerandin ku navê wê helbestê (HELEBÇE) ye. Di wê helbestê de ez bi Helebçe re diaxivîm wekî ku keçka mine. Ku wî demî keça min hîna nehatibû dunyayê. Piştî wê helbestê di heman mehê de keçek min çêbû min navê wê kire (HELEBÇE).

Keça min Helebçe mezinbû çû dibîstanê xwend û zanîngeha xwe li Rojavayê Kurdistanê sala 2014 xilas kir û di heman demê de di şaredariya Qamişlo de kar dikir wek kesekî sivîl bû. Berya bi rojekê ji şehîdbûna xwe, Helebça darên zeytûnê anîbûn şaredariyê û ji min got: (Baba emê van darên zeytûnê di bîranîna Helebçe de biçînin). Bû sibe di 11`ê meha adarê 2014`an, du kesên DAIŞ`ê yên terorîst derbasî nava avahiya şaredariya Qamişlo bûn û komkujiyek pêkanîn û nêzîkî 11 kesan şehîd ketin. Ji wan 7 keçik bûn û yên din jî xort bûn, keça min (Helebçe) jî yek ji wan şehîdan bû.

Taha Xelîl ew yek jî aşkira kir ku ew demekê li welatê Swîsrayê li rêxistina Xaça Sor de kar dikir û gelek belge di derbarê komkujiya Helebçe gîhandiye destê rayadaran û navendên pêwendîdar û weha dibêje: Helebçe wekû bajar me nedît ku tenê ya başûrê Kurdistanê ye belku komkujiya Helebçe hemû kurdan eleqedar dike, Helebçe meseleyeke netewî bû ji bo me, dema ew komkujî jî hate kirin armanc ne tenê bajarekî başûrê kurdistanê bû, belku dixwestin gelê Kurd tune bikin, cenosîdeke li dijî gelê kurd e. her weha heta niha jî li bajarê Qamişlo roja komkujiya Helebçe di seat 11`ê nîvro miletê kurd bi çûk û mezinên xwe hemû derdikevin cadê û ji bo bîranîna Helebçe çend xulekan wek rêz radiwestin.

Ronakbîr û helbestvanê Kurd behsa bîranîneke xwe dike li bajarê Silêmaniyê û dibêje: Tiştekî gelek xweşik çêbû dema ez hatim bajarê Silêmaniyê min dît pirtûk li ser cadê têne firotin, min dît ku helbesta min li Silêmaniyê bibû pirtûk ku helbesta min wergerandibûn zaravayê Soranî ji aliyê helbestvanê me yê mezin û bi nav û deng (Letîf Helmet) û silavê min jêre hene. Ew pirtûk ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Silêmaniyê ve hatiye çapkirin.

Taha Xelîl anî ziman ku wî du helbestên dirêj nivîsîne yek jê li ser Helebçe bûye û ya duyemîn jî li ser Efrînê bûye û dibêje: Di baweriya min de tişta li Efrînê rû dide ne kêmî Helebçe ye belkû ji ya Helebçe hêj metirsîdartre jî, çima? Ji ber ku, li Efrînê bi hezaran kes koçber bûn, xelkê me yê Efrînê li Qamişlo ne li Helebê ne li derve belav bûne dûrî warên xwe ne.  

 

XELAT