Hirço û Çalo
Nivîskar: Ezîz Gerdenzerî
Herdu se ne ji cisnekî bûn. Mîrzayê şivan Hirço ji ber kelbê gurêx girtibû, lê Çalo li çela serê zevîya xwe dîtibû. Hirço du sala ji Çalo mezintir bû. Yekî hemisî bi gewde bû, stukura wî kin û qalim bû, dêldirêj bû, bingêd çeva kûr bûn, qaşêd çeva yên gir bi şev te digot qey du kûrêd agir in, dişuxulin.
Çalo yekî aşqorkî, çîpdirêj bû.
Herdu se jî guhjêkirî û qol bûn, bona tim hişyar bin.
Teyê bigota qey Hirçoyî şîretkirî ye: kê ku xwe bida ser pêz, wê dor-mecal lê bistenda, heta xweyî bi wan va derdiket. Carekê jî birê Mîrzayî xwendkar ji şeher tê, diçe mêvanîya birê, lê di mal da kes tunebûye. Hirço li ser riya wî disekine, evê te ser gilîya va naçe, pêşda diçe, se cara duda li ser riya wî disekine, çend cara dike ewtînî, xort mineta xwe lê nagire, dixweze derî veke. Hirço delinga şalê wî digire, ser xwe da kaş dike. Dibe “tibis-tibisa” xort, Hirço dike girre-mirr, qîlê xwe nîşanî wî dike, dîsa dev davê delingê, wî heta serê sûrê dibe, verê dike.
Çaxê merîkî qenc berê xwe bida mala Mîrza, Hirçoyê bi dengekî an du denga biewtîya, heta xweyî ji mal derketa…
Çalo tim li rex Hirço bû, çev dida wî. Ew gavekê ji mala xweyî bi dûr nediket, guhê wî li ser kerîyê pêz bû. Bi culet bû, piş Hirço da gelek bi amin bû, seba xatirê wî ber hebûn-tunebûna xwe nediket, wê xwe bavîta nav agir-alavê jî, eger lazim bûya.
Hirço ji hevalê xwe bi qewattir bû, carna xweşîyê xwe li Çalo dikir, ew li erdê vedigevast, “dixeniqand”, pê şa dibû. Ew yek diqewime ne bi dilê Çalo bû, lê nedida der.
Çalo seyê bînê bû, zû hişyar dibû, bi çapik-çeleng bû, wextê qezîyê-belayê xwe unda nedikir. Hirço wextê qezîyê xwe diteland, xwe li ser zik dişûlikand, bi hemdê xwe hîvîya neyaran bû, heta ewana nêzîk dibûn, paşê xwe eyan dikir û ji heqê wan dihate der.
Sibeke baharêye xweş Mîrza kerîyêd pêz da pêşîya xwe, herdu se dane dû xwe û berê xwe da zozanêd Elegezê. Ewana ji gund derketin, dûajoyê Mîrza li pêşîyê diçû, herdu se her yekî xwe dabû li ser milekî, Mîrze di pey kêrî ra dihat. Ewana zûtirekê derketin ser rêke fireye asfaltkirî. Mîrza texmîn kir, ku erebeyek ji wê da bi bayê birûskê tê. Nîvê kêrî derbazî wî berî rê bûbû. Mîrza li ser pêz da qîrîya, ku zû derbaz bin. Şivdara wî di hewê da ma, ewî ji çevên xwe bawer ne kir, bû reqînîya hesin û şîrqînîya şûşêd erebê, kastînîya Hirço û barîna pêz. Erebeajo xwest peya be, lê Çaloyê çev li xwîna hogirê xwe ketî, harbûyî, xwe dirêjî li wî kir, ewî derê erebê li ser xwe da girt. Mîrza berbi erebeajo hat, gotê:
-Te çi kir?
-Pismamo, bibaxşîne, gunehkarî ya min e, ezê heqîyata te bidim.
-Tu dibêjî qey derdê min heqîyat e? Ne te mala min xirab kir… Ez çi ji te ra bêjim?
-Iro, werê cendeka li ser rê derxe,- Mîrza li dûajo kire gazî û bi xwe jî çû telebî Hirço.
Hirço ketibû kendalê li rex lê. Mîrza bala xwe dayê, dît xwîn ji devê se dihat, texmîn kir, ku derba xedar lê girtîye, da nav çevêd xwe.
-Wey, mala min xirab bû, ocaxê min kor bû.- Çok veda erdê, serê Hirço tîmar kir,- bê heyfa te nîbû, te çima xwe da ber derbê, cenima pêz…
Hirço çend cara lingê xwe bir-anî û sekitî.
Çalo hat cendekê Hirço bîn kir, çend fitila li dorê çû-hat, berê xwe berbi ezmîn kir û bû zûkînîya wî. Usa bi zelûlî kire zûkîn, ku dil-hinavê merîya di jor da dianî xwarê. Çalo çendik-çend cara li dora cendekê Hirço gerîya, birînêd wî alastin, erd veda, car din bû zûkînîya wî.
Mîrza alî dûajo kir, cendekê pêz ji ser rê derxist û nêzîkî erebeajo bû, gotê:
-Ev ruhber gune nîbûn; derketibûne baharê, wê teze çevêd xwe vekirana…
-Ez te fem dikim, dilê min jî diêşe. Binhêr, ereba min jî şikestîye.
-Dilê te seba ereba te diêşe, seba heqê van ruhbera diêşe.
Ji hêrsa Mîrza hew mabû bibehecîya. Çev lê şêlû bûbûn, reng lê çûbû, ji kerba diricifî. Ewî heqîyata pêz ji erebeajo sitend, cendekê pêz teslîmî wî kir, lê heqîyata se ne sitend, hat ber cendekê Hirço sekinî, destê xwe bi stukura Çalo ra bir.
-Êtîmo, ka em herin, em çevêd xwe jî derxin, nabe tiştekî, hilbet av-risqê vî heywanî ev bû… De biliv.
Çalo ji cî nelipitî.
-Tu dibêjî qey tu bi tenê ber xwe dikevî?…- Mîrza usa xeber dida, teyê bigota se ji wî fem dike.- de biliv, bes e, ne te xwe xwar, şuxula çûyî gerekê li pey nekevî, bide pêşîya min,- Mîrza stukura wî di ser xwe da kaş kir, xwest Çalo ji wir dûrxe, lê se ji xweyî bi dûr ket, dîsa kire zûkînî, erd veda, meytê Hirço bîn kir, birînêd wî alastin.
Mîrze li ser tilmekî rûnişt, hîvîyê bû heta parça dilê Çalo dayne. Xêleke xurt derbaz bû. Mîrza dîsa dey li se kir, lê ne minê, ne teyê, se guh nedida wî. Xwe bi xwe fikirî:
-Hirço ocaxê min kor kir, hema Çalo dîn-har nebe?!
Mîrza li hevalê xwe kire gazî:
-Iro, tu biliv, pêz bibe, belkî Çalo bide dû pêz.
Kerîyê pêz kişîya, lê zûkînîya Çalo nedihate birînê. Mîrza dît çare tune, kap avîte stukura Çalo û bi zor-belayekî ji wir bi dûr xist.
Çalo hey cara piş xwe va dizivirî û dikire zûkîn.
Zozanêd Elegezê yên wek çiqlêd cinetê, gerêd notilî xalîçêd hezar awazî pimpoxî û bînxweş, çevkanî û golêd notilî çevêd horî-perîya zelal, hewa paqije bînvekirî seba Çalo vê gavê betreng û bêrewş bûn. Çalo pişt kon xwe avîtibû ser lepa, stukura xwe xwar kiribû û pê çevêd şêlûye bêfikir li erdê dinihêrî. Deng û hisêd wî tunebûn, ji vê dinê çûbû; ne ewtîn bû, ne zûkîn bû, ji nan û avê ketibû, jar bûbû, bûbû kelax…
Rojekê jî Mîrza texmîn kir, ku ser-beratê sê tune, heyî bûye, çûye. Muxdarekê şûnda Mîrza bi rê ket seba here gund, belkî sa ji xwe ra peyda bike.
Çaxê ewî ranêzîkayî li cîyê ku Hirço sekitî bû kir, ecêbeke giran ber çevê xwe dît: Çalo serê xwe danîbû li ser cendekê hevalê xwe û sekitîbû…
Xelat
