MEMOZÎNA DUYEMÎN LI BAJARÊ PALOYÊ

MEMOZÎNA DUYEMÎN LI BAJARÊ PALOYÊ
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Paşayê Palê haziriya jêkirina sere evîndarê keça xwe kiribû.
Xeber ji Zahirê re çû, gotin:
- Ev car, cara dawîn e. Wa ye Têhiro tazî jî kirine, celad li berê sekiniye û fermana wî dixwîne.
Zahirê rabû şalwarekî kurdî li xwe kir, qutik û saqoyekî li serê berdan. Kumekî kolosî da serê xwe û çû Gogmeyana bajêr. Bala xwe dayê ku li aliyekî xuyanî û rîspîyên bajêr li kêleka bavê wê rûniştî ne, li aliyekî jî esker û parêzvanên taybet rawestiyane. Tahiro li erdê dirêjkirî ye, serê wî danîne ser kevirekî mermer da şûr lê bixin, hema xwe avêt serê û devê xwe xist qirikê, qîr dan û got:
- Tahiro, serê min bi qurbano. Netirse. Ha niha wê Derwêşê siwarê Hespê Boz were hewara me.
Tahiro got:
- Lê Zahirê, dînê. Bila stêrkên cerda li me nehatina xwarê. Bila qet jî hîv û rojê ruhniya xwe nedabûna erdê. Ji xêra mala Xwedê re, vê carê jî Derwêş bihata... Lê gava destê te li canê min dikeve, ji şûrê celêdê bavê te bêtir ez diêşim.
Axaftina Tahiro û Zahirê hinekî domand û ji dûr ve Paşê fermana bilindkirina şûr da celêdî.
Celadê xwînrêj bi herdu destan qevda şûr gir û bilind kir, li pawuka dana fermana diduyan sekinî. Lê Paşê ha ku dît ew Derwêşê ku li nav xasbaxçe sêvekê dabû wî û yek jî dabû Serwezîr, bi destekî xwe pêsîra Paşê girt û bi destê din jî herdu tiliyên xwe xistin nava çavên wî û got:
- Rawest! Te ne ol e, ne jî îman e. Ew sozê ku min û te bi hev re dabû, derew derket, ne serê wê hebû û ne jî koka wê maye.
Meydan pir fireh e. Tahiro tazî ye, serê wî li ser kevirekî ye û şûr bi destê celadî ye, dike ku lê xe. Zahirê xwe avêtiye ser Tahiro. Li aliyekî esker hene û erkanên dewletê jî li hawîdorê Paşê ger vegirtine.
Derwêş bi destê çepê bi singa Paşê girtiye û bi destê rastê, du tiliyên xwe xistine nava herdu çavên Paşê. Pir kesên xuyanî li hawîdorê Paşê ziloq bûne û li wan temaşe dikin.
Paşê serê xwe bera nava herdu çokên xwe daye û disêwire...
Piştre Derwêş bi ser celadî ve çû, şeqamek lê xist û ew qotlanî bû, li erdê teyişî û şûr ji destên wî pekiya.
Derwêş dest û nigên Tahiro ji qeyd û lelê vekirin. Tahiro û Zahirê xwe çengê Derwêşî kirin û xwe lê lefandin, dev bi girînê kirin û stêrkên şahiyê barandin.
Li aliyekî Paşayê bajarê Palê kete nava tirs û bizdê û li wirê bêdeng ma. Li aliyê din celadê xwînrêj hîn ji Paşayê xwe bêtir kete nava tirs û bizdê û rawestiya.
Tahiro û Zahirê jî hin bi hin ji bejna Derwêşî berjêr daketin erdê û bêdeng man.
Derwêş carekê bala xwe dayê ku belgên giyana herdu evîndaran ji Dara Jiyanê weşiyane û li erdê bê giyan dirêj mane.
Piştre Derwêş berê xwe da Ereb Xoce û got:
- Tu, Bekoewanê van herdu ciwanan î. Çewa Beko li Cizîra Botanê di mirinê de jî nehişt ku ew herdu evîndar bi evîna xwe şad bibin, wisa te jî li Palê nehişt ku ev herdu ciwan di jiyana xwe de şad bibin. Min hêvî ji Xwedê ye ku tu yê bibî kevirekî seqa û li ruyê dinyayê bimînî.
Îcar Derwêş berê xwe da Paşê û got:
- Tu, Paşayê bajarê Palê. Xwezî û daxwaza te û Wezîrê te her yekê ewladek bû. Lê ew sozê ku we dabû min, hûn pê re xayîn derketin. De îcar tu jî bi ser xayîntiya xwe ve here...
Piştre Derwêş berê xwe da erkan û serdarên Paşê û bi dengî mesela Paşê û Serwezîr a ji bo zarûkan û serpêhatiya herdu evîndaran got. Ha wisa Derwêş carekê li paş xwe fitilî, dît ku Paşe û Ereb Xoce herdu jî bûne nola şikêreke kevirên yeklepî û li şûna xwe li erdê kumişîne.
Xelkê bajêr piştî ku serpêhatiya Tahiro û Zahirî fêm kir, îcar ji wan re şîneke mezin vegirtin. Herdu bêmirazan xistin gorekê û binax kirin. Ha ji wê rojê û ev roj, gora wan li bajarê Palê bûye dermanê derdan, yê nexweş, tawî û bawiyan. Lê çi nexweşê ku here wirê, pêşî diçe ser çala Ereb Xoce û çend kevir davêjinê, tifê wî dike û hêj diçe ser ya Tahiro û Zahirê.
29/ 10/ 2023. 22:15
XELAT