Festîvala helbesta Kurdî hat lidarxistin

Festîvala helbesta Kurdî hat lidarxistin

Roja duşemê 20/10/2025 li bajarê Essen ya Almanyayê festîvala helbesta kurdî hat lidar xistin. Helbestvana Kurd Gohar Mamo li ser rûpela xwe weha nivîsiye: Gelek helbastvanên kurd ên hêja beşdarî festîvalê bibûn, amadevanan bi helbestên xwe festival xweș xemilandin, rojeke xweş, têrî û tijî derbas bû. Pir kêfxweş bûm ji bo hevdîtina min tev helbestvanên me heja ve.

Gohar Mamo weha dibêje: Hîvîdarim ev kar û xebatên baş ya yekîtya nivîskarên me hêja yên ji Rojava berdewam be. Şanzî bu ez kêleka helbestvanên me usa hêja, derfet stand bo ez jî bi 3 helbestên xwe ve beşdar bim. Hîvya serkeftina mezin ji bo her helbestvanên me heja re.

Festîval ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Yekîtiya Nivîskarên Rojava bi drûşma (Silav bo giyanê Mizgîn Hesko) birêveçû û her weha wêneyê helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn û Mizgîn Hesko hatibûn hilwasîn.

Xelat