Penaberekî Rojavayê Kurdistanê kolîja dermangehê bi dawî kir
Penaberê kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Rolan Welat Bîlal) li 12/9/2025 dikanî li Zanîngeha Dermanxaneyê ya Zanîngeha Silêmaniyê bi serkeftî derbiçe û bawernameya dermanvaniyê bi dest bixe.
Her weha di wê barê de, (Welat Bîlal) bavê xwendekarê penaber Rolan ê ji Efrînê, gundê Xulalkoyê yê navçeya Bilbilê dikarî bawernameya dermangeriyê di zanîngehan Silêmaniyê de bi destbîne, ev yek ji bo me destkefteke dîrokî ye û cihê dilxweşiyê ye.
Bavê Rolan di daxuyaniya xwe ji Xelata Kurmancan re wiha ragihand: Gelek spas ji dayika Rolan (Roşîn Behrî Nabo) ya ji gundê Celmayêre ku hem ji moral û hem jî ji hêla aborî ve piştgirî da kurê me Rolan û ev destkefti bi dest anî.
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wiha pêde çû; Zanîngeh pênc sal e, salekê jî dubare nekir û dereng nehişt, û navînî pola wî di pola şeşemîn a zanistî de 97.7 bû.
Di dawiya gotina xwe de, Welat Bîlal ev jî got; Ez bi kurê xwe Rolan serbilind im ku serê min û serê gelê Kurd û Efrînê û yê gelê gundê Xalalko û gundê Celemê biderçûna wî ji Zanîngeha Silêmaniyê ya Dermanxaneyê pir bilind û kêfxweşiyê ye.


Xelat-Taybet
