Li Qazaxistanê 30 saliya Assambleya gelên Qazaxistanê hat pîroz kirin

Li Qazaxistanê 30 saliya Assambleya gelên Qazaxistanê hat pîroz kirin

Komeleya Kurdên Qazaxistanê "BERBANG" roja 17/07/2025 li welatê Qazaxistanê, li gundê Qesqebûlaqê herema Cembolê bi dilgermî cêjna 30-saliya Assambleya gelên Qazaxistanê derbaz kirin.

Di merasîma cêjna gundê de wekî 600-700 kesî zêdetir tevlêbûn çêbû.

Revebêriya Komeleya Kurdên Qazaxistanê li gel Rafîkê Yakûb Mîrzoyêv û Mûradê Flît Şamîlov, serokê navenda kurdî ya herema Cembolê Sebrîyê Sartîf Sûleymanov û helbestvan Kînyazê Mecîd Sûleymanov li mêvanan pîroz kirin.

Bi pêşkêşvanî, hunermendên weke Mustafa Lezgîêv, Durmuşxan Mecîdov, Kamûran Lezgîêv (Koma Mêrdîn) derketin ser dîkê, sitranên xwe pêşkêşkirin û bi coş govendên Kurdî dan gerandin.

Xelat/Malpera Berbang