`Hinara Dawî Ya Dinyayê` ji 100 pirtûkên herî baş ên sedsala 21`an e
Roja 23`ê mijdarê 2024`an, rojnameya Swîsrî (Neue Zurichscher Zeitung NZZ) lîsteyek ji 100 pirtûkên herî baş di warên wêje û zanînê de yên sedsala 21`an belav kir, ku çend komîteyên pispor û rexnegirên navdar piştî xebateke dirêj ev lîste amade kirine û romana “Hinara Dawî Ya Dinyayê” di rêza 80`yê de ye.
Di nav bi sed hezaran pirtûk û bi deh hezaran nivîskarên cîhanê de, “Hinara Dawî Ya Dinyayê” ya nivîskarê navdar ê Kurd (Bextiyar Elî) jî cihê xwe di nav sed pirtûkên herî baş ên sedsala 21`an de girtiye.
New Zurichscher Zeitung li herêma Almanîaxêv û bi giştî li Ewrûpayê wekî lîsteyek paralel bi New York Times re tê hesibandin, ku her du jî girîngiya cîhanî ne.
Rojnameya (NZZ) di sala 1780'ê de derketiye û ji wê rojê de heya roja îro berdewame.
Romannivîs, helbestvan û ronakbîrê kurd e navdar (Bextiyar Elî) di sala 1960'`an de li bajarê Silêmaniyê jidayîkbûye û niha li Almanyayê nîştecihe.
Li ser navê kovara Xelatê em pîrozbahiyê li nivîskarê navdar (Bextiyar Elî) dikin û hêviya serkeftinên zêdetir li ser asta cîhanê jê re dixwazin.
XELAT

Romannivîs û Ronakbîrê Kurd (Bextiyar Elî)..

