Amed.. Bi dengê dengbêjan Şahiyên Serhivdeyê destpê kirin
Li navçeya Farqînê ya Amedê, Şahiyên Serhivdeyê yên ku sembola hişyarbûna biharê, vejîna xwezayê û zêdebûna bereketê ne, îsal jî bi hilgirtina şopên kevneşopiya qedîm dest pê kirin.
Şahiyên ku di sê rojên dawî yên meha Adarê de tên lidarxistin, wekî îfadeyeke zindî ya hafizeya çandî ya ku ji rabirdûyê heta îro hatî veguhastin, li Taxa Emerka pêk hatin.
Şahiya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastina Mîrata Çandî û Muzeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê ve bi hevparî hat organîzekirin; Hevserokên Şaredariya Farqînê û gelek welatî beşdar bûn. Şahiyên Serhivdeyê ne tenê komek çalakî ne; qadeke hevdîtinê ya ku çanda devkî, bawerî, muzîk û yekitiya civakî tê de dibin yek pêşkêş kir.
Çîrokên qedîm, lorîn û destan, guhdar birin serdemên derveyî demê û bîra kolektîf ji nû ve zindî kirin. herweha pêşbaziyên hespan ên ku hatin lidarxistin, wekî nîşaneke dînamîk a têkiliya bi xwezayê û şêwazê jiyana kevneşopî, coş û tevgerek da şahiyê.
Xelat / Malpera Şaredariya Amedê
