Enfalkirina Kurdan tawaneke nayê ji bîr kirin

Enfalkirina Kurdan tawaneke nayê ji bîr kirin

 Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Ev rewşa gelê kurd ê stemlêkirî ye...

Enfal tawaneke bê wêne ye tenê li dijî kurd bû

Mam Celal navê tawanbar lê na Elî Kîmawî…

Enfal li dijî kal û pîr û jin û zarokan bû…

Tewana Enfal birîneke di wijdana mirovahiyê de

Herdem kuştin, lêdan, enfal, kîmiyabaran, topbaran, bombebaran û qirkirina bi komî bi ser de tê encamdan, lê mixabin, aliyên peywendîdar ên navnetewî jî her bêdeng in.

Îro 14 / 4 / 2026`e li bajarê Çemçemal 38`mîn salvegera komkujiya bi navê (Enfal) hat lidarxistin.

Her sal di rojek weku îro de karesata Enfal a di encamê de ji jin, keç, zarok, mêr û pîr 182 hezar Kurd bê ser û şûnbûn û bi zîndî hatin çal kirin, tê bibîrxistin.

Ev karesat û komkujiya hovane ji aliyê rêjîma Partiya Baas a şovenîst ve bi ser gelê Kurd de pêk hat û ji 18 / 2/ 1988`an de dest pê kir û ta 6 / 9 / 1988`an birêve çû.

Piştî ewqas stem û zordarî û serkotkirin hîn jî civaka navneteweyî bê denge û tenê temaşevan e.

Rêjîma Sedam ê xwînvexwer ê bidarvekirî bi alîkariya çaşên kurd 182000 welatiyn sivîl li biyabana başûrê Êraqê bi xweşî û zindî binax kiriye.

Nefret li danazana mafên mirova ku ji aliyê bêhtir ji 185 welatan ve hatiye wajokrin û morkirin ku ji wan welatan jî Êraq û Tirkiye û Sûriye û Êranê nin ku hemû reftarên xwe li hemberî gelê kurd ne binpêkirina mafên mirovan e, ku di heman demê de, tiştên ku ji 2018`an ve li Efrînê bi serê gelê kurd pêkhatine, hemû xal û prensîpên danazana mafên mirovan rojane binpê dikin û pêvana mirovahiyê derbas kirine û êdî tişt li holê nema ye...

Herêma Kurdistan salvegera tewaneke bi êş bibîrtîne, ku ew jî tewana Enfale û komkujiya bi ser gelê Kurd de pêk hatî ya yek ji karesatên mezine di dîroka gelê me de, komkujiyeke ku dê herdem di wijdana mirovahiyên de her birînek be.

 Sedam Hisên dîktetorê xwînmij ê Êraqê lawê apê xwe Elî Kîmyawî ji pileya Erîf di artêşa Êraqê de ji bo pîlana jinavbirina gelê kurd bilind kir û hêdî hêdî tako di sala 1987`an de, bi wajoya dîktatorê Êraqê Sedam Hisên, Elî Hesen Mecîd pismaê xwe kir bi hakimê yekemîn û wek desthilata xwe li ser Êraqê desthilat da bi pismamê xwe li Başûrê Kurdistanê ku hemû karekî bike û deshilat yaw î ye.

Her weha dema ku Elî Kîmyawî wek hakimê Başûrê Kurdistanê hat destnîşankirin, projeya jinavbirina gelê kurd li ser sê xalên pir metirsîdar wek pîlannameyke regezperestî şovenîst pîlankirin, ji xwe re kir armanc û dest bi bi cihkirina wa projeya qirkirina regezî bi komî kir li dijî gelê kurd li ser 3 qonaxan kir, bi cî bi cihkirina pîlan û projeya qirkirina gelê kurd bi van 3 qonaxên metirsîdar ên li jêr re derbas bûn.

Di tawanên herî mezin ên rêjîma Sedam Hisên di çarçoveya oparesyona Enfelan de, dest bui êrîşekê kiribû ku bû sedema jinabirina 182 hezar kurdên başûrê Kurdstanê.

Di encamê de, bi deh hezaran bêsûc û sivîlên kurd ji jin û mêr û kal û pîr û zarokan hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn. Îro gelê kurd bi xemgîniyeke mazin vê roja reş (Enfalan) bi bîr tînin û daxwez dikin ku pêwîste hemû welatên peywendîdar ên cîhanê, bi agahbin û erkên xwe ji bo venegerîna bûyerên wek vê bicih bîn in.

Wek em hemû dizanin ku rêjîma dîktetor bi tewana Enfal û êrişa bi ser gelê Kurd e, diyar kir ku çendê zordare û nirxên mirovahiyê bin pê dike û di encama van tewana de bêtirî 182 hezar kes ji jin û mêr, pîr û kal û zarok zîndî hatine bi çal kirin û di encama kîmyabaran û bombebarana esmanî de bêtirî 4000 gund hatine rûxandin û bi sed hezaran kes jî hatine koçber kirin.

Gelê kurd wiha dizanin ku wê rojek bê û wê ev tewan û hemû tewanên rêjîma zordar a têkçûyî encam dane, wê bibe redan û biryareke navnetewî li dijî tawanbarên ku ev tawanan encam dane û wê mafê gelê kurd bibe mafeke rewa û xwedî destur.

Xelat