Peyama Serokê YNK Bafil Celal Talebanî jibo kongira Lozanê destpêkek girînge

Peyama Serokê YNK Bafil Celal Talebanî jibo kongira Lozanê destpêkek girînge

 Nivîsîn: Salar Mehmûd

Peyama Bafil Talebanî jibo kongira Lozanê destpêkek girînge û hêjayî handanê ye. Bi kirdarkirina vê gotarê, YNK`ê dibe sermeşqê xebata nîştimanî.

Bi handan û berferehkirina vê xetê û rakirina astegiyên navxweyî û derve livîneke nûye û karîgere piştî sed saliya Lozanê diyarî dikîn.

Peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Bafil Talebanî jibo kongireya Lozanê destpêkek girînge. Bafil Talebanî nameyek jibo kongireya Lozanê li Rojavayê Kurdistanê şandiye û di beşekî wê nameyê de dibêje; " Armanca Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê zelale û dirêjpêderê siyaseta hakîmane ya Serok Mam Celal e, ew siyaseta ku xwe di piştevaniya Kurdan û piştgîriya xebata siyasî û sivîl de dibîne , siyasetêk ku armanca wê serbilindiya Kurdan û bicî anîna armancên netewî û nîştimanî ya Kurde, bo vê yekê jî ez berê xwe didim hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û dibêjim raste cudahiyên me zorin, lê belê ziman û axa me xalên hevbeşin ku me hemûyan dighîne hev û divê em biparêzîn."

Her weha di berdewamiya nameyê de Bafil Talebanî dibêje jî; "Em ji hemû welatên cîhanê û cîranên xwe re jî dibêjîn, şer û nakokî ne bijardeya me ye û bi hemû awayî em red dikîn . Em dixwazin peywendiyên me di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind bi pêş bixîn û cîranekî baş bîn, lê belê em sazişê li ser mafên xwe yên rewa nakîn û bi hemû awayî berevaniyê lê dikîn. "

Sekoya Kurmancî