Kurdî di rastiyê de “tune” ye

Nivîskar: Omer Dilsoz
Ez zanim, ev sernivîs qirçeqirçê ji didanên we tîne; hûn heq in, ez bim dê qirçeqirçê ji didanên min jî bîne.
Nexwe min çima pel bi zimanê xwe na û bi sernivîseke wsha xwe avêt nav agirê sor yê vê pirsa kor?
Erê, min xwe avête nav agirekî sor; ku ew agir jî serkaniya xwe digihîje pirseke kor!
Nexwe ev pirsa me çi ye? Îja heke hûn jî hazir bin û ji qelebalixa heyatê, ji sergêjiya sosyal medyayê û ji çavlêgerandina hevraz û nişîvên wan piçekî xwe bidin paş û, hez kin, em bi hev re hêdî hêdî xwe berdin nav meydana vê pirsa xwe ya “kor”
Erê, we rast xwend, kurdî di rastiya rastî ya “qeyd û derhişa me de” di hukmê “nîn e” de ye, yanî “xwedan hebûneke di hukmê tune” de ye.
Dengê we hate min, hûn dibêjin: çi yanî?
Ez bibêjim.
Di rastiya rastî ya ku “Adorno” amaje pê dikir, yanî esasa di bin esasên veşarî de ye û ku heman wext kakilê pirsê ye, bi me welê dike ku em gelek caran, bêyî ku hayê me pê hebe, di nav rewşeke manîpûlatîf de bin û em bi xwe ava aşê “derhişa serdest a bi destê hêzên desthilat ve” li ser me tê sepandin, tînin û wî aşî, em bi xwe, digerînin. Yanî di ser derhişa me re, hikum li me tê kirin ku em mêl û reftarên xwe li gorî “rêgezên destnîşankirî û wê bîr û raya serdest” li xwe û li çemk û diyardeyên derheq xwe binêrin.
Erê, di rastiya “wir” de “kurdî” tune ye.
Bo nimûne, carekê weşangerekî me yê –ku ew bi xwe nivîskarekî xwedan berhem ê kurd e- gotibû min: Esas, hûn –qesta wî em nivîskarên hem ziman kurdî hem qelem kurdî- berheman naafirînin, îro li meydana edebiyata kurdî tenê di asta “taslak”ê de, “berhemOK” hene.
Helbet, di esasê xwe de, ev gotina wî, ne li xwe mikurhatinek, ne jî derbirîna rewş û rastiyekê bû; di esasê xwe de wî bêyî ku hayê wî jê hebe, esasa fikra serdest ya dewletê a derbarê kurdî, bi derhişeke dilbijandina bi serdestê xwe, dida der. Esas wî, ne ya dil û hişê xwe; lê ya ji hiş û reftarên serdestan diayîsiyê dida der. Yanî, bi zimanê “herî maqûl û entel-dantêl, li gorî dilê “yên jorî” diaxivî.
Lewra, ew heq bû. Çimkî “dewlet” jî wisa difikirî.
Hûn ê niha bibêjin çi eleqe?
Bibêjim.
Çimkî di aqilê dewletê de “kurdî” tune û ebed tu cih û meqam ne ji “wî zimanê nenas” ne jî ji “edebiyata wê re” heye; lewra, heta aniha ku hûn vê nivîsê dixwînin ebed, li Bakur, qet li çi berhema kurdî doz nehatiye vekirin. Dozên heyî tev di çarçoveya “propagandayê” de ne û yek kitêba kurdî, ji ber naverok, ziman û çîroka xwe nebûye mijara tu mehkemeyên dewletê. Çimkî… Çimkî gava te doz vekir, ev e te qebûl kir; qebûlkirin, pêlekana ewil a naskirinê ye. Encax tiştê naskirî, dikare were pênasekirin, êdî dikare li gorî naveroka wê muemele pê re were kirin.
Em jî gelek caran, bi vê derhişa berbelavkirî ya serdest, miemelê bi zimanê xwe, bi naverok û nasnameya wî dikin. Ew di miqabilê “hest û hişê me de” mixabin di hikmê “tune” de ye û em jî tenê hin rihên aware ne û ji çîrçîrokên bav û bapîrên xwe pekiyane û hatine xwe li wê kavile warî diêwirînin. Belkî jî me rêya xwe şaş kiriye û xwe “di wê tarîtiyê de” dîtiye.
Erê, di esasê wan de û mixabin di vedenga esasê me de jî “kurdî” tune ye. Kurdî, zimanekî paxavpênekirî, edebiyata wê jî, ji bilî galegala hin wekî Şaredarekî me yê pirî pir “bilind” gotî, “kendini yazar sanan Kurtçe yazanlar”* û jê pê ve “ne tu tişt e”.
Erê, ev şaredar jî heq e, ew jî wekî wî weşangerî, ji vê pirsa aloz kerixî ye, jê re “barekî giran” xuya dike û ji ber di lîteratura “resmî” de tu meşrubûna wê nîn e, “beredayî” ye.
Erê, dewlet “kurdî” muxatab nagire, lewra nake mijara doz û mehkemeyên xwe, tenê dihêle ku bêdeng, bê xweyî û xwedan di nava zemanî de birize û mafê “bihêlebila ji xwe re xwe bi xwe bimire” jê re dide nasîn.
Reftarên dewletan diyar in, heta ku tiştekî ji xwe re wekî “xeter” nebîne pûke pê nade. Wisa difikire, dibêje, ger dengek jê were, em dikarin kontrola xwe ser çê bikin.
Ji bo vê, xwendevanan arasteyî wan ên “deng kurdî û ziman tirkî” dike. Wan dike mijara dozê; çimkî dizane ku em ji “mexdûriyetan” hez dikin.
Wekî mişkê di dava pişîkê de bi hiş û derhişa me dilîze û çawa bixwaze, wisa me “araste” dike.
Çimkî di rastiyê de em “tune” ne; em ji bo wan, tenê, ji bo formatekê bidine xwe û nîzama xwe, wekî peyakekê ne/piyonekê ne.
Carekê, Weşanxaneya Sîtavê, li Wanê, ji bo bernameyekê gazî min kiribû. Midûrê polîsan, ji bo çavdêrî hatibû bernameyê.
Piştî çend saetan, rapor dida navendê: Gewre’m/Komîserê min! Hewce nîn e mirov pê bikeve, jixwe “tune” ne û “tu kes” jî nehatiye.
Sal 2001. Ji ber di 1’ê Rezberê/Îlonê de min helbestek kurdî xwend, doza “propagandayê” li min vekiribûn. Min bi israr xwestibû, ku min ji ber “helbesta kurdî” darizînin. Lê sawcî gotibû, “Ev ne mimkûn e. Çimkî zimanek bi vî navî tune ye.” Min gotibû, “Nexwe we çima ez anîme vir? Va ye ez pê têm mehkemekirin.” Gotibû, “Nexêr, tu ji ber propagandayê tê mehkemekirin.” Min gotibû, “Wisa be jî, min ji ber ew propaganda bi vê helbestê û bi wî zimanê “tune” kiriye, têm mehkemekirin”, gotibû, “tenê sûcê te propaganda ye” xasma min çi propaganda nekiribû, ji bilî xwendina bi kurdî.
Niha.. hê jî di vê nêrîna resmî de qasî serê derziyê guhartin tune ye. Kurdî “tune” ye, “propaganda” heye.
Jixwe weşangerê me yê behspêkirî jî gotibû, “berhema kurdî tune ye, ‘taslaka’ berhemê heye; şaredar jî gotibû, “ev ên xwe nivîskar dihesibînin” çimkî ji bo karibe bibe nivîskar, divê meşrûbûneke wê ya “li aliyê serdestan” hebe. Divê wan qelema xwe lêdabe.
Axir, em hê jî gotina xwe li avê dikin.
Hê jî em nizanin bê ka giranî û qimeta wan peyvên me di bêjinga wêjeyê de çend “gram” dike.
Em ê berdewamî bidin nivîsandina “taslak”ên xwe, û em ê bi rijd xwe li sûcê “propagandaya pirsa kor” bidomînin.
Derdekî me heye, “madem kurdî tune ye nexwe em çima hene?”
Em kî ne?
* Yên bi kurdî dinivîsin, xwe wekî nivîskar dihesibînin
Xelat/ jêder: Diyarname