ROJAVA- Rola YNKê di Berxwedana Kobanî de
Endamê Nûnereyetiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê Fethula Huseynî, roja Çarşemê 15/10/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Fethula Huseynî behsa piştevanî û piştgîriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo gelê kurd li Rojava di şerê li dijî terorîstan li Kobanê de kir û da zanîn ku YNKê hemû giraniya xwe danî holê daku gelê Rojava bê parastin û hemû têkiliyên xwe ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî xist dewrê daku Kobanê were rizgarkirin û şoreşa Rojava biserkeve.
Fethula Huseynî, diyar jî kir ku ev helwesta camêrane û nîştimanperwerane ya YNKê tu carî ji aliyê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nayê jibîr kirin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 19:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
Xelat
