ROJAVA- Li Sûriyê mafên pêkhatan
Rojnamevanê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Welîd Xelîl, roja yekşemê 20/7/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de aloziyên vê dawiyê yên li Sûriyê û bi taybetî şerê li hemberî Durziyan li Siwêdayê û mafên pêkhatan li Sûriyê hate gotûbêj kirin.
Di vê derbarê de rojnamevan Welîd Xelîl bal kişand ser êrişên dawî û tekez kir ku pirsgirêkên li Sûriyê divê bi diyalogê werin çareserkirin ne bi şer û bal kişand ser siyaseta hakîmane ya rewanşad serok Mam Celal di çareserkirina pirsgirêkan de bi rêyên siyasî û diyaloga nîştimanî ku divê li Sûriyê jî pirsgirêk bi heman siyasetê bên çareserkirin.
Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
