Kurê Şehîdê Serkirde Xalid Xelîl Efrînî Mîvanê `HORÎ` ye

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi boneya 49`emîn salvegera xwe polek li pêşmerge û şehîdên pêngava destpêka şoreşa nû bi bîr asnîn û xelat kirin, bi vê boneyê kurê şehîdê serkirde Xalid Xelîl Efrînî bû Mîvanê bernameya `HORÎ` ya Dengê Gelê Kurdistanê.

Samî şehîd Xalid Xelîl Efrînî ragihand û got; "Bavê min ji destpêka ve di xebata netewî de bûye û yek ji damezrênerêPartiya Sosyalîsta Kurd ya Sûriyê di sala 1976`an de û ji destpêka xebata xwe de pêwendî li gel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ava kirin û peywendiyên xwe çêkirin."

Amaje bi wê yekê jî kir Samî şehîd Xalid Efrînî got; sala 1977`an bavê min ligel hêjmarek kadirên Partiya Sosyalîst a Kurd li sûriyê biryar dan ku tevlî şoreşa nû ya çekdarî ya bi serokatiya YNK`ê bibin û û ji bo wê yekê jî bavê min (şehîd Xalid Xelîl Efrînî û li gel şehîd Ezîz Çerkez û şehîd Hisên Ehmed,  berê xwe dan Başûrê Kurdistanê di rê de li herêma (Colemêrgê) Hekarî ya bakûrê Kurdistanê de sala 1977 digel hêjmarek ji serkirde û pêşmergeyên qehreman yên YNK`ê şehîd ketin.

Mekteba rêxistina Pêşmergeyên YNK`ê bi boneya 49`mîn salvegera YNK`ê roja 1/6/2024 merasîmek ji bo  xelatkirina şehîdên destpêka şoreşê û pêşmergeyên kevin li darxistin û di wê merasîmê de (Rojîn xan) keça şehîdê serkirde (Ezîz Çerkez) û Samî kurê şehîd Xalid Xelîl û şehîd Hisên Ehmed digel hêjmarek kesayetên din ji bakûr û Rojavayê Kurdistanê ku xizmeta şoreşê û YNK`ê kiribûn hatin xelat kirin.

Samî Xalid Efrînî diyar ku, Ev destkeftên ku îro hatine bicih anîn wek hikûmeta Kurdistanê û desthilata Kurdî ku îro heye li ser xwîna şehîdên mefrezeyên destpêkê yên şoreşa nû bi serokatiya YNK`ê û Mam Celal hatine avakirin. Her weha tekez li wê yekê jî kir ku, YNK`ê partiyekî netewî ye ji destpêka avakirina xwe de Kurdistanî bûye û ji ber wê jî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê beşdarî refên YNK`ê bûn û beşdarî di şoreşa nû de kirin.

Derbarê rola serok rewanşad Mam Celal de jî Samî şehîd Xalid got;  Mam Celal kesayetiykî mezin û karîzma, kesayetiyekî siyasî û dîplomasî û tekoşer û netewî bûye û hevkariyeke mezin ji her çar parçeyên Kurdistanê re kiriye.

Di dawiya gotina xwe de jî kurê şehîdê serkirde Samî Xalid Efrînî da zanîn ku, Piştî hatina serok Bafil Celal Talebanî, rewşa YNK`ê baştir bûye û YNK`ê roj bi roj mezin dibe û ber bi başiyê ve diçe.

 

XELAT